ENQERE - Yekîtiya Talebeyên Tirk ên Neteweyî êrîşî Bîrdariya 10'ê Comehê ya li GAR'a Trênê ku 103 kes lê hatin qetilkirin kir. Seroka Komeleya 10 Ekim–Derê Mehtap Sakin Coşgun, diyar kir ku ev êrîşa herî mezin û berfreh e pêk hatiyeû ew dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.
Endamên DAIŞ'ê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li dijî mîtînga Aştiyê ya KESK, DÎSK, TMMOB, TTB û HDP'ê ku li GAR'a Enqereyê pêk anîn êrîşa xwekujiyê pêk anîbûn. Di êrîşê de 103 qasidên aştiyê ji yana xwe ji dest dabûn. Bi sedan kes jî birîndar bûbûn. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan li GAR'a Trênê ji bo 103 kesan bi awayekî sembolîk Bîrdariya 10'ê Cotmehê ava kirin. Kesên endamên Yekîtiya Talebeyên Tirk ên Neteweyî êrîşî Bîrdariya 10'ê Comehê ya li GAR'a Trênê kirin. Êrîşkaran birdarî derb kirin zerar danê û ala Tirk li ser xêz kirin. Seroka Komeleya 10 Ekim–Derê Mehtap Sakin Coşgun, anî ziman ku heta niha gelek caran êrîş pêk hatiye û ev êrîşa herî mezin û berfreh e pêk hatiye û ew dê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Coşgun, destnîşan kirin ku berê jî zerar dan bîrdariyê lê heta niha êrîşek mezin û xwedî muhatap pêk anîne û wiha got: "Dixwazin vê bîrdariyê bê tesîr bikin. Niha em dizanin ji aliyê kê ve pêk hatiye. Yekîtiya Talebeyên Tirk ên Neteweyî mohra xwe jî li ser xistine. Ev hovîtî ye. Bi vê êrîşê hem kesên jiyana xwe ji dest didin wêde dikin û hem jî wan wekî terorîst nîşan didin. Em dixwazin di 30'ê Cotmehê de bi girseyî vê şekê şermezar bikin. Em qet û qet gavan paşve navêjin."