RIHA - Danişîna 3’yemîn doza 7 kesên Hevşaredarê Xelfetî yê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin Mûstafa Bayram jî navê de hat dîtin û dozger di danişînê xwest bên cezakirin.
Danişîna doza Hevşaredarê navçeya Xelfetî ya Rihayê Mûstafa Bayram ê qeyûm tayînê cihê wî hat kirin, hat dîtin. Bayran di 2’yê Kanûna 2016’an de li şaredariyê hat binçavirin û di 13’ê Kanûnê de bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propagandeya rêxistinê kirin” hat girtin. Danişîna 3’yemîn a doza derbarê 5 jê girtî 7 kesan de hat vekirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Rihayê hat dît.
Hevşaredarê Xelfetî Mûstafa Bayram, Leyal Akçam, Avnî Golbur û Mehmet Bînicî tevlî danişînê bûn. Parêzer û malbata Bayram danişîn şûpandin. 2 kesên li derve tên darizandin, bi hincetên cûda nekarîn beşdarî danişînê bibin. Danişîn piştî tespîta nasnameyan dest pê kir.
DOZGER CEZA XWEST
Dozger piştî parastinên hatin kirin, ji ber sûcdariyên “Endamtiya rêxistinê”, “Propagandeya rêxistinê kirin” û “Li dijî qanîna meş û xwepêşandanê ya hejmara 2911’an derketin” ceza xwest.
DANIŞÎN TALOQ KIRIN
Şandeya dadgehê piştî mutaleya dozger, mafê parastinê da parêzer û girtiyan, lê parêzer û girtiyan dem xwestin. Dadgeha ku 5 deqe navber da danişînê, dûre danişîn taloqî 11’ê Kanûnê kir.