WAN – Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Ozgur Deniz Deger, diyar kir ku saziyên tenduristiyê bûne saziyên bazirganiyê û gelê herêmê ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagire.
26'ê Cotmehê Roja Mafê Nexweşan e. 20 sal berê di Danezana Lîzbonê ya 34'emîn Lijneya Giştî ya Yekîtiya Tabîbên Cîhanê de ev roj, roja nexweşan hat qebûlkirin. Têkildarî Roja Nexweşan a Cîhanê Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Ozgur Deniz Deger, bal kişand ser xizmeta tenduristiyê ya li herêmê tê kirin. Deger, anî ziman ku 16 salin di bin navê “Bernameya Veguhertina Tenduristiyê" de mafê gelek nexweşan tê binpêkirin û wiha got: "Qata tenduristiyê kirine qada bazirganiyê. Mafê nexweşan ên ji xizmeta tenduristiyê sûdê bigirin bi temamî ji destê wan hatiye girtin. Nexweşek giliyê xwe bi zimanê zikmakî bîne ziman û mahremiyeta nexweş girîng e. Dema em bi vî çavî li meseleyê dinerin, herêma wanê raste rast nikare bi bi zimanê zikmakî pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê parve bikin. Bi zimanê duyemîn parve dikin. Ev jî dibe sedem ku baş nikaribin pirsgirêkê bînin ziman. Hêjmara nexweşên ku dixwazin bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê bibînin pir zêde ye. Divê mafê nexweşan ji xizmeta baş, xizmeta tibbî ya bi qelîte û mafên mirovan cuda neyê fikirîn. Bi taybetî 16 salin hikûmeta AKP'ê piştî 2002'an 'Bernameya Guhertina Tenduristiyê" xist meriyetê, ji bo fêda nexweşan tiştek pêş neket. Em dibînin bi vê bernameyê re kalîte û mafê xizmeta nexweşan bêtir kêm dibe. Bi taybetî bi vê bernameyê re têkileya nexweş û bijîşk hat guhertin. Têkiliya nexweş û bijîşk derbasî madîyatê û bazirganiyê bûye.
ÊDÎ NEXWEŞ MUŞTERÎ NE
Deger, anî ziman ku piştî hikûmeta AKP'ê di bernameya tenduristiyê de guhertin çêkir, mafê tenduristiyê bêtir hatiye îhlalkirin û wiha berdewam kir: "Li klînîka ku rojê li 100 120 nexweşan binere dê çiqasî karibe baş muaniye bike. Li serwîsê lezgîn rojê 400- 500 nexweş serlêdan dikin. Ocaxên tenduristiyê girtin, li şûna wan pergala hekîmtiyê ava kirin. Ev bernameya pergala sermayeya vegerê ye. Nexweşxane êdî wekî otelan kar dikin. Bi taybetî di salên dawî de piştî nexweşxaneyên bajaran hatin avakirin bi temamî bû qada bazirganiyê. Nexweşan wekî muşterî dibînin. Nexweşxaneyên dewletê êdî bêtir li ser qezenca zêde tev digerin. êdî bi cureyên cuda derman didin. Heqê muayineyê jî li ser eczaneyan dinivîsin. Ger ku dewletek bi hişmendiya sermayeyê tev bigerin ew dewlet ji dewleta civakî dûr dikeve."
Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) diyar dike ku her hekîmek herî kêm divê 15 deqîqan li nexweşekî binere. Ger ku hekîmek rojê li 100 nexweşî binere nikare rojê 15 deqîqeyan ji nexweşan re cuda bike. Ev yek dibe sedem ku nexweş bi hêrs bibe. Ji ber vê yekê li nexweşxaneyan rageşî û tundî zêde dibe. Li gorî daneyên wezareta tenduristiyê rojê 31 xizmetkarên tenduristiyê rastî tundiyê tên. Ev encama bazirganiya xizmeta tenduristiyê ye.
DIVÊ NEXWEŞ BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ XIZMETA TENDURİSTIYÊ BISTÎNE
Deger, destnîşan kir ku li herêmê bi zimanê zikmakî xizmeta tenduristiyê nayê dayîn û ev dibe sedem ku welatî baş nikaribin sûdê ji xizmeta tenduristiyê bistînin. Deger, da zanîn ku têkiliya nexweş û bijîşk a bi zimanê zikmakî pir girînge û xwest êdî li herêmê xizmeta tenduristiyê bi zimanê zikmakî bê dayîn. Deger, bilêv kir ku li herêma Wan û Colemêrgê xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pirsgirêkek girîng e û wiha got. Gelek nexweş dixwazin bi zimanê zikmakî xizmetê bibînin. Lê ev daxwaza wan pêk nayê. Ji ber ku li hekîman zimanê tirkî ferz dikin, hekîm nikarin bi zimanê zikmakî xizmetê bidin nexweşan. Ji ber vê yekê girîng e ku nexweş bi zimanê zikmakî xizmetê bistînin. Beriya Kurdî- Der bi KHK'ê bên girtin, hekîmên ku dixwestin me dişandin Kurdî-Der'ê û perwerdehiya ziman didîtin. Lê niha Kurdî Der jî hatiye girtin.
MA / Berzan Guneş