AMED - Ziman Zan Necmiye Alpay, diyar kir ku pêkanînên polîtîkayên yek zimanî ji roja komar hat avakirin, heya roja îro berdewam dikin û got: “Polîtîkayên pişavtinê hatine nûkirin.”
Li Tirkiyeyê, zimanê Kurdî bi salane rastî pêkanînên polîtîkayên pişavtin û qedexetên cur be cur tên. Ziman Zan Necmiye Alpay, diyar kir ku polîtîkayên yek zimanî ji roja komar hat avakirin, heya roja îro berdewam dike û wiha axivî: “Polîtîkayên pişavtinê hatine nûkirin û em bi mezreyek wiha re rû bi rû ne. Dewlet bi van polîtikayên ziman, ji derveyî zimanê hilbijartî, dixwaze hemû zimanên din dinava civak û çemaweriyê de tune bike. Ji bo qedexekirina zimanekê, rêbazên herî baş ên tên bi rêve birin qedexe kirin û êrîş kirin e.”
‘KURDÎ PIR LI BER XWE DA’
Alpay, anî ziman ku Kurdî li dijî pişavtinê pir li ber xwe da û wiha got: “Ligel hemû daxwazên Kurdan, dîsan ziman û çanda Kurdan hat terorîzekirin. Min ew vîna gelê Kurd a xwedî derketina zimanê Kurdî pir baş dît. Ev vîn li dijî polîtîkayên pişavtinên bêmaf gelek li ber xwe da û têkoşîna xwe di her kêliyê de danî holê. Bi zimanê xwe axaftin û pêşxistin mafekê herî xwezayî ye. Ger mirov li cihekê ji ber fêrbûna zimanê xwe û fêrkirina wê bi terorê tê sûcdarkirin, li wê derê mirov nikare behsa aştiyê bike. Ne mimkûne ku girtina saziyê ziman û qedexekirina pirtûkan bê qebûlkirin û parastin. Ger azadiya ziman pêş nekeve, ew mafê demokratîk û azad neyê naskirin, hemû kesan ber bi hêrsê û rikê ve dê bibe. Îro împarratoriya tirsê hatiye avakirin. Hemû Kurd bi guman tên dîtin. Wisan bifikirin ku gelek weke guman tê dîtin.”
‘POLÎTÎKAYÊN ÊRÎŞKAR ÊN LI DIJÎ ZIMAN’
Alpay, da zanîn ku bi piştgiriyê mirov dikare zimanê zikmakî bide jiyîn û wiha bilêv kir: “Di vî warî de zext li çandan kirin, ziman qedexe kirin û pişavtin şerma herî mezine. Li şûna ku desthilatdar rêzê ji zimanan re bigire û çandan bide jiyîn, berevajî êrîş dike û polîtîkayên herî êrîşkar dişopîne. Li pêşiya me hilbijartina herêmî heye. Ji bo Kurdan ev hilbijartin pir girînge. Di hilbijartina herêmî de divê mijara ziman baş bê vegotin. Ji ber ku di warê perwerde û xebatê ziman de, peywirdariyek mezin dike ser mile rêveberiyên herêmî. Mînak têgîna ‘terorê’ têgînek bi pirsgirêkê. Li ser ziman qedexeyên terorî hene. Ji niha de dibêjin ‘emê qeyûm tayîn bikin.’ Bêyî ku delîlek hebe bi sedan hilbijêr ji kar hatin avetin û kirin girtîgehan. Ev tê wateya rakirin demokrasiyê ye.”
‘AZADIYA ZIMAN, DÊ PÊŞIYA AŞTIYÊ VEKE’
Alpay destnîşan kir ku bi awayekê aştiyane li hemû tiştan mêze dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêngava herî mezin a ji bo aştiyê, azadkirina zimane. Divê ziman bi awayekê wekhev bên dest girtin. Ji bo vê jî divê polîtîkayek ziman bê pêşxistin.”
MA / Lezgîn Akdenîz