DÎLOK – Li Dîlokê 9 karkerên ku ji ber endamê sendîkayê ne ji Babacanlar Kargoyê ji kar hatin derxistin, her çend di doza vekirin de bi ser ketin jî, lê belê ji ber kardêr biryara dadgehê şand îstinafê nikarin vegerin ser karê xwe. Karker 426 roj in li ber xwe didin.
Li Dîlokê, 9 karkerên ku ji ber endamê Sendîkaya TUM-ÎŞ'ê ne ji Babacanlar Kargoyê ji kar hatin derxistin. Li ser vê karkeran doz vekir û dadgehê biryara da ku vegerin ser karrê xwe. Lê belê ji ber ku kardêr biryar şand dadgeha îstinafê karker nikarin biçin ser karê xwe. Ji ber vê karkeran dest bi çalakiyê kir û 426 roj in li ber xwe didin.
Karker Ramazan Akinal, diyar kir ku daraz hêdî tev digere û ev jî ji bo wan zirar e. Akinal, anî ziman ku diviya doza wan di 2 mehan de temam bibûna lê belê 15 meh in dewam dike û got: "Heke bivê em ê ji bo mafê xwe û keda xwe 426 rojên din jî bisekinin."
Akinal, bilêv kir ku hêviya wan ew e ku dadgeha îstinafê jî di leha wan d ebiryarê bide û got: "Nêzî 5 meh in biryar li îstinafê ye. Daraz ji bo karkeran hêdî tev digere. Hin dozên me di 3 danişînan de ên hinan jî di 5 danişînan de temam bibûn. Derneg be jî, lê ê bi ser dikeve em in. Lê belê edaleta dereng ne tu edalet e. Em nizanin dê heta kengî li sîtinafê bimîne, lê bi biryardarî em li bendê ne."
‘HETA EM HEQÊ XW NESTÎNIN EM Ê DEV JÊ BERNEDIN'
Akinal, diyar kir ku heta niha em bi tenê nehatine hiştin. Akinal, anî ziman ku malbat û sendîka destekê dide têkoşîna wan û got: "Wexta me dest bi grevaê kir havîn bû. Paşê hêdî hêdî serma bû. Niha li pêş me zivistaneke sar heye. Lê ji ber şert û mercên hewayê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Heta em mafê xwe nestînin em ê dev ji çalakiya xwe bernedin."
‘XEBATA BÊYÎ SENDÎKA KOLETÎ YE'
Akinal, diyar kir ku wexta ew bûn ednamê sendîkayê wan dizanibû dê tiştekî wisa biqewime, lê belê wan dev ji biryara xwe bernedaye û got: "Karkerên bê sendîka ji bo patronan nahmet in. Kardêr ji bo em dev ji sendîkayê berdin, hat ji me re got em ê meaşê we zêde bikin, lê belê me qebûl nekir. Çimkî xebata bêyî sendîka koletî ye."