STENBOL - Di doza ku 500 lîre ceza li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn de, dozger ji bo bê "terfîkirin", ji Dadgeha Îstinafê ya Erziromê xwest dosyeya hatiye şandin têxe rêza pêşî.
Serdozgeriya Komarê ya Qisleyê, ji ber axaftina hunermend Pinar Aydinlar a li Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ya 9'emîn bi îdiaya "sûcdar pesinandiye" îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Asliye ya Qisleyê hat qebûlkirin û di 15'ê Mijdara 2017'an de ceza li Aydinlarê hat birîn. Dadgehê 25 roj cezayê girtîgehê li Aydinlarê birî û paşê ev ceza veguharand cezayê pereyî û 500 lîre li Aydinlarê birî.
Dozgerê navçeya Qisle yê Dersimê Sînan Kirlangiç, ji bo di asta herî bilind de ceza bê birîn biryara hat dayîn ji Dadgeha Îstinafê ya Erziromê re şand. Piştî vê îtirazê Dozger Kirlangiç di Çileya 2018'an de tayînî Dozgeriya Komarê ya Fethiyeya Mûglayê hat kirin. Dozger di 15'ê Cotmehê de ji dadgeha Îstinafê ya Erziromê xwest îtiraza wî bê qebûlkirin û biryar bê dayîn.
Dozger di nivîsa ku ji Daîreya 3'yan a Dadgeha Îstinafê ya Erziromê re şand wiha got: "Ez li Serdozgeriya Komarê ya Fethiyeyê dixebitim. Berê ez li navçeya Qisle ya Dersimê dixebitîm. Ez tabiê terfiyeya wesfdar a deftera meha Kanûna 2018'a me. Ji bo bêm terfîkirin li herêma 5'an pêdivî bi 10 fîşan heye. Li Tirkiyeyê Edliyay ku herî kêm dosyeyên wê hene ya Qisleyê ye. Niha 3 heb fîşê min ên nîşeyan hene. Loma, ji bo bêm terfîkirin dixwazim vê dosyeya ku min ji daîreya we re şandiye di rêza pêşîn de cih bigire."
MA / Yasin Kobulan