ANTALYA - Parêzerê Komeleya Mirinên Biguman ên Leşkeran û Mexdûran Ahmet Çevîk, destnîşan kir ku hemû mirinên li qişleyên leşkerî mirinên biguman in û lêpirsînên di vî warî de bi "neşopandinê" tên encamkirin. Çevîk, xwest mafê wijdana redî bê naskirin.
Di demên dawî de mirina leşkeran a biguman zêde dibin. Di Cotmehê de herî dawî Omer Farûk Demîrkol ku li Qereqola Cendirmeyan a Islahiyeyê leşkerî dikir û Mehmet Boztepeyê ji Rihayê ku li Enqereyê leşkerî dikir, hat îdiakirin întihar kirine. Li gorî Komeleya Mirinên Biguman ên Leşkeran û Mexdûran, di 22 salên beriya ala 2015'an de 2 hezar û 221 leşker bi vî awayî mirine û di sala 2012'an 69 leşker, di 2013'an de 59, di 2014'an de 43 û di 2015'an de jî 31 leşker bi awayekî "gumanbar" mirin.
Parêzerê komeleyê Ahmet Çevîk, diyar kir ku ew ji sala 2015'an ve vê yekê dişopînin. Çevîk, bi bîr xist ku di salên dawî de bi awayekî gumanbar mirina leşkeran zêde bûye. Çevîk bal kişand ser mirina Omer Farûk Demîrkolê li Islahiyeyê leşkerî dikir û hat gotin "întihar" kiriye û got: "Hemû mirinên gumanbar întihar in. Malbata wî jî dixwaze ev cinayet bê lêkolînkirin. Diya wî dibêje muameleyeke nebaş lê hatiye kirin. Dewlet berpirsiyaar e. Divê ev mijar baş bê lêkolînkirin. Guman, cinayetê piştrast dikin."
‘DARIZANDINEKE ÇALAK TUNE YE'
Çevîk, diyar kir ku dozgerî der barê van mirinan de biryara "neşopandinê" didin û got: "DMME jî di dosyeyên bi vî rengî de di aleyha Tirkiyeyê de biryarê dide. Bi hinceta mafê jiyanê bin pê kiriye biryara tazmînatê dide. Lê mixabin li Tirkiyeyê lêpirsînên di vî warî de bi awayekî çalak nayên kirin û darizandineke çalak tune ye."
MIRINÊN BI VÎ RENGÎ ZÊDE DIBIN
Çevîk got: "Di pêvajoyên pevçûnî de mirinên gumanbar ên leşkeran zêde dibin. Di pêvajoyên nepevçûnî de jî mirina leşkerên li paş eniyê, ji ya li yên pêş eniyaê zêdetir e. Leşkeriya bibedêl jî rê li ber vê nagire. Li qişleyan mirinên di çapemeniyê de dernayên jî hene. Qanûneke ku rê li ber van mirinan bigire tune ye. Divê hebe. Her wiha divê mafê wijdana redî hebe."
MA/ Hamdullah Kesen