* Parêzerê Komeleya Mirinên Biguman ên Leşkeran û Mexdûran Ahmet Çevîk, destnîşan kir ku hemû mirinên li qişleyên leşkerî mirinên biguman in û lêpirsînên di vî warî de bi "neşopandinê" tên encamkirin. Çevîk, xwest mafê wijdana redî bê naskirin.
* Girtiyê nexweş Kemal Ozelmali ku 29 roj in di greva birçîbûnê de ye, parêzera ÎHD'ê Zelal Demîray pê re hevdîtin çêkir. Demîray, diyar kir ku Ozelmali gotiye "Wexta mirim na, niha xwedî derkevin."
* Şaredariya Tûşba ya AKP'î ji bo avahiya xizmetê gotibû "Em avahiya xizmetê ya 5 stêrkî çêdikin" û soz dabû ku dê di sala 2018'an de temam bibe. Lê belê 5 sal derbas bûn, ji bo çêkirina avahiyê bêr li erdê axê neketiye. Xizmetên şaredariyê li avahiyên prefabrîk ên xilmet tên dayîn û gel ji bo vê dibêje "Xeyal avahiya 5 stêrkî ye, lê jiyan prefabrîk e."
* Di doza ku 500 lîre ceza li hunermend Pinar Aydinlarê hat birîn de, dozger ji bo bê "terfîkirin", ji Dadgeha Îstinafê ya Erziromê xwest dosyeya hatiye şandin têxe rêza pêşî.
* Welatî û esnafên ji ber krîza aborî rewşa wan nebaşe, bang li îktîdara ku dibêje "krîz tune ye" kirin û xwestin îktîdar dakeve kuçeyê û halê gel bibîne.
* Li Dîlokê 9 karkerên ku ji ber endamê sendîkayê ne ji Babacanlar Kargoyê ji kar hatin derxistin, her çend di doza vekirin de bi ser ketin jî, lê belê ji ber kardêr biryara dadgehê şand îstinafê nikarin vegerin ser karê xwe. Karker 426 roj in li ber xwe didin.
* Serokê Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê Ozgur Deniz Deger,diyar kir ku saziyên tenduristiyê bûne saziyên bazirganiyê û gelê herêmê ji mafê xwe yê tenduristiyê sûdê nagire.
* Dêra Fevkanî ya piştî tehcîra ermeniyan bêxwedî ma, niha wêran bûye û bûye qada gogê ya zarokan.
* Zimanzan Necmiye Alpay, diyar kir ku pêkanînên polîtîkayên yek zimanî ji roja komar hatî avakirin, heya roja îro berdewam dikin û got: “Polîtîkayên pişavtinê hatine nûkirin.”
* Şanoger Îhsan Arat, anî ziman ku şano bikaranîna zimanê kurdî teşwîq dike û got: "Divê em di şanoya bi kurdî de bi israr bin."
* Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, diyar kir ku armanceke tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî astengkirina pêkanîna yekîtiya netewî ye û got: "Tecrîd rê li ber yekîtiya netewî digire."
* Şaxa ÎŞKÛR'ê ya Wêranşarê, ji bo AKP'a navçeyê dixebite. Di pişkavêtinê de hîle tên kirin û her wiha ên li ser sindoqan jî xwarzîk û birazîkên parlementerên AKP'î ne. Piştî qeyûm hat tayînkirin, karkerên demsalî ên bi "pişavêtinê" tên diyarkirin, 2 sal in qet neguherîne.
* Komîsyona Girtîgehan ên Şaxên ÎHD'ê yên Mêrsîn û Edeneyê, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtîgehên Herêma Çukurova dê li avahiyên xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
* 4'emîn danişîna doza Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Ziya Ataman, dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (09.30)
* Wekîlên HDP'ê yê Amedê dê li Otela Live Suitê civîna çapemeniyê pêk bînin. (10.00)
* Nûnerên sendîka û odeyên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB'ê dê bi sernavê "Em bedela krîzê nadin" deklarasyonê li Navenda Giştî ya DİSK'ê ya Beşîktaşê bi raya giştî re parve bike. (12.30)
* Baroya Amedê, ji bo faîlên Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî bê dîtin û edaletê bixwazin de di hefteya 147’an de li pêş Edliyeya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.30)