STENBOL - Serlêdana parêzeran a ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re çêbikin hat redkirin. heta niha Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 758 serlêdanên parêzeran red kiriye.
Parêzer Cengîz Çîçek, Îbrahîm Bîlmez û Muhdî Oztuzun ji bo bi muwekîlê xwe Rêberê PKK'ê Adbullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dn. Lê belê Dadweriya Înfazê ya 1'ê ya Bûrsayê di çarçveya Qanûna Jimare 5275'an a der barê hikumxwaran de serlêdana parêzeran red kir.
Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin hevdîtinê bi Ocalan re çêbikin.