ENQERE-Meclîsa Jinan a HDP'ê, bertek nîşanî binçavkirina endama xwe Nadiye Gurbuz da û got: “Bi polîtîkayên rehîn girtinê, dixwazin qadên siyasî û jiyanê bê jin bihêlin.”
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê binçavkirina endama meclîsa xwe û partiyê Nadiye Gurbuz de, daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsa Jinan di daxuyaniya da de bertek nîşanî êrîşên li dijî destkeftiyên jinan da û wiha got: “Koalîsyona şer a AKP û MHP’ê her roja diçe êrîşên xwe yên li ser destkeftiyên jinan bi tundtir dike. Herî dawî endama Meclîsa me Jinan û partiyê Nadiye Gurbuz, ji ber lêpirsînek derbarê wê de hatibû vekirin, hat binçavkirin. Ev polîtîkayên rehîn girtinê, di heman demê berdewamiya rêbezên qadên siyaset û jiyanê bê jin hiştinê ne. Çi dibe bila bibe, em ê têkoşîna xwe ya azadiya jinê ya rewa û mafdar berdewam bikin.”