ÎZMÎR - Fîgen Şahîn a li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyê, ragihand ku hefteya borî dema leşkeran ew birin nexweşxanê gef lê xwarin e. Rayedarên girtîgehê bi vê hincetê cezayê 15 rojan lê birîn.
Fîgen Şahîn a li Girtîgeha Tîpa T a Bûrhaniyê, di hefteya derbas bûyî de, bi navbeynkariya malbata xwe binpêkirinên mafan ên li girtîgehê tên jiyîn ji raya giştî re ragihandibû. Xwişka Fîgen Şahîn, Nîrgul Turhal, diyar kir ku dema leşker xwişka wê dibin nexweşxanê gefan lê dixwin û ev gef hîna jî berdewam dikin.
'EM Ê WE SAX NEHÊLIN'
Turhal, anî ziman ku leşker hîna jî gotinên rûmet şikandinê ji xwişka wê Şahîn re dibêjin û ev tişt gotin: “Rayedarên girtîgehê kinc û amûrên me jê re şandin nadinê. Rayedarên girtîgehê têkilê kincên jinên girtî dibin. Leşkeran ji xwişka min re gotine ‘Ger hûn ji vê derê derbikevin jî, ma hûn difikirin ku hûnê sax bimînin. Emê we sax nehêlin. Hûn jî vê baş dizanin.’”
'51 ROJ CEZAYÊ HUCRE DANE GIRTIYAN'
Turhal, da zanîn ku derbarê rewşa xwişka xwe de bi fikare û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rayedarên girtîgehê ji xwişka min re gotiye ‘hûn pir di axivin. Hûn li hemberî hemû tiştan serî radikin.’ Ji ber vê yekê cezayê hucreyê dane xwişka min. Xwişak min Fîgen ji min re got ‘Piştî ku nûçe têkildarî rewşa em dayîn, 15-20 roj şûn de cezayê hucreyê dan me.’ Lê ez nizanim xwişka min kirin hucreyê yan na. Herî dawî roja Sêşemê me bi hevre li ser telefonê axivin, ev bûyer ji min re vegot û telefon girt.”