AMED - Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, aqûbeta doza Lîcê ya sala 1993'an ku General Bahtiyar Aydin û 16 kesên sivîl hatin kuştin ji Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul pirsî.
Di 22'ê Cotmeha 1993'an de piştî Fermandarê Cindirmeyan ê Herêmê General Bahtiyar Aydin li Lîcê bi awayekî şik hat kuştin, li dijî Lîcê operasyon pêk hat û di operasyonê de 16 sivîl hatin kuştin. 36 welatî birindar bûn. 20 sal şûnde doz hat vekirin û Ji 21'ê cotmeha 2013’an heta niha Doza Lîcê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û pştre li Eskişehirê berdewam kir. Der barê aqûbeta dozê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Dersim Dag, ji Wezîrê dadê Abdulhamît Gul pirs pirsîn û xwest bibersevîne.
Dag ji bo Gul bibersivîne ev pirs pirsîn:
“* Di operasyona 22'ê cotmeha 1993’an de ku li Lîcê 11 saetan berdewam kir, endamê rêxistinê yên hatin kuştin hene?
* Der barê kuştina 15 welatiyên sivîl û Fermandariyê Cendirmeyan ê Herêmê Tuggeneral Bahtiyar Aydin û eskerekî din de delîl hatine komkirin. Ger ku delîl hebin encama wan çiye?
* Der barê vê operasyonê de Serokomarê wê demê Suleyman Demirel got 'Bahtiyar Aydin bi guleya qezayê şehit bûye' Ev îdîa rast e. Der barê vê yekê de çi lêpirsîn heye?
* Der barê doza Lîceyê de heta niha çend şahid hatine guhdar kirin. Cihê bûyerê ji aliyê dadgehê ve hatiye lêlokînkirin?
* Li cihê bûyerê dîmen û wêneyên ku rojnamegerên kişandine hene? Ger ku hebin hatine lêkolînkirin? Rojnamegerên piştî bûyerê çûn cihê bûyerê wekî şahid hatin guhdarkirin?
* Çend leşkerên ku tev li operasyonê bûn wekî şahid tev li danişînê bûn?
* Çima doza Lîcê ewil sewqî Eskişehirê û piştre sewqî Îzmirê kirin. Ger ku ewlehî be çima Amed ne ewle ye?