EDÎRNE - Li Çemê Merîç, feribota penaberan a dixwest derbasî Yunanîstanê bibe noqî avê bû.
Ferîboteke ku 10 penaber tê de bûn a ji Edîrneyê xwest derbasî Yunanîstan bibe, di Çemê Merîçê de noqî avê bû. Hin penaberên ketin avê, melevanî kirin û xwe gihandin Yunanîstanê û hin penaber jî di avê de winda bû. Penaberên bi melevaniyê xwe gihandin Yunanîstanê, agahî dan hêzên ewlekariyê. Li ser vê ekîbên AFAD û cendirmeyan li ser Çemê Merîç dest bi lêgerîna koçberên di avê de, winda bûn kirin.