EDENE – Cenazeyê Haydar Karaburk (Xwinrej Dilbirîn) ê HPG’î yê li Amanosan di encama êrîşa SÎHA de jiyana xwe ji dest da, 3 meh şûn de teslîmî malbatê hat kirin.
Cenazeyê Haydar Karaburk (Xwinrej Dilbirîn) ê HPG’î yê di 11’ê Tîrmehê de, bi 12 hevalên xwe re li nêzî Şarappinar a qûntara Çiyayê Amanos a Osmaniyê di encama êrîşa SÎHA de jiyana xwe ji dest da, teslîmê malbatê hat kirin. Ji ber ku malbatê nekarî cenazeyê kurê xwe parçekirî teşhîs bike, ji bo testa DNA’yê mîna xwînê dabû Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
3 meh şûnde testa DNA’yê bi encam bû. Malbata ji bo cenazeyê kurê xwe bigire, îro hat Saziya Tipa Edlî ya Edenê. Malbata ku cenazeyê kurê xwe girt, ber bi Colemêrgê ve bi rê ket.