OSMANIYE - Li Osmaniye, welatî Nasir Çagan bi hinceta parvekirinên medya civakî hat binçavkirin.
Li Taxa Fevzî Çakmak a Osmaniye, polîsan serê sibê bi ser mala Nasir Çagan de girtin. Polîsên ku mal ser û bin kirin, dest danîn ser malzemeyên dijîtal. Polîsan Çagan bi hinceta “Li ser medya civakê propagandeya rêxistinê kirin” binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Osmaniye.