ŞIRNEX - Danişîna 5’emîn doza derbarê 2 polîsên li Sîlopiyê bi panzêrê ketin mala Yildirim û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) ên di bin parêzêrê pelçiqandin de hat vekirin, destpê kir.
Di 3’yê Gulana 2017’an de li Silopiyaya Şirnexê polîs bi panzerê ketin xaniyê malbata Yildirim û du birayên hev Muhammed (7) û Furkan Yildirim (6) di xew de pelçiqandin û kuştin. Danişîna 5’emîn doza birayên Yildirim ên derbarê ajokarê panzêrê polîs Omer Yegît û fermandarê ew erkdar kir Murat Maden hat vekirin, dest pê kir. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Cizîrê pêk hat. Bavê du barayan Mesût Yildirim, polîsên bersûc û parêzer di danişînê de amade bûn. Navenda Hafîzeyê, Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê, gelek parêzerên girêdayî baroyan, Paltforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP), Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û gelek rêveberên partiyê beşdarî danişînê bûn.
Danişîn bi tespîtkirina nasnameyan û îfade dayîna şahidan dest pê kir.