WAN - Li navçeya Qelqelî ya Wanê, alîkariya komirê bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” îsal nedan bi sedan malbatan. Malbatan, diyar kirin ku ji ber ku dengên xwe dan HDP’ê komir nedan wan û got: “Gelo mafê HDP’iyan ên komirê bigirin tuneye?”
Komira alîkariyê ya ji aliyê Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî (SYDV) ve her sal tê belavkirin, îsal neda bi sedan malbatên navçeya Qelqelî ya Wanê. Malbatên ku sedama vê yekê pirsîn, rastî bersiva “Di encama lêpirsîna ewlekariyê ya Polîsan kir de, komir ji bo we nayê dayîn” hatin.
Îlter Dîker ê li Taxa Asteco dirûne, diyar kir ku bi hinceta “Lêpirsîna ewlekariyê” komir ji bo wan nahetiya dayîn. Dîker, anî ziman ku wan bi SYDV û qeymeqam re gelek caran hevdîtin kirin, lê tu encam bi dest nexistin û wiha axivî: “Dema min hevdîtin bi rayedaran re kir, ji min re gotin ‘Kar û barê komir dayînê, bi lêpirsîna ewlekariyê ve girêdayî ye.’ Min jî ji wan re got ‘wê demê bi awayekê nivîsî vê biryarê bidin min.’ Lê nedan. Dûre min daxwazname ji Qeymeqam re nivîsan û serlêdan kir. Min tenê xwest vê biryarê weke nivîskî ji min re ragihîn in. Piştî van hewldanan, ez çûm qada lê komir dihat belavkirin û min ji wan pirsa çima komirê nadin me jî kir. Wan jî ji min re got ‘Ger di malbatê de kesekê sûcê siyasî kiribe, êdî komirê nadin wê malbatê.’
'DESTPÊKÊ NAVAN DIŞÎNIN MIDÛRIYETA POLÎSAN'
Dîker, da zanîn ku sala çûyî alîkariya komirê dan wan û wiha bilêv kir: “Destpêkê navê hemû malbatên ji bo alîkariya komir serlêdanê dikin, ji Midûriyeta Polîsan re dişînin. Midûriyeta Polîsan jî hemû agahiyên derbarê malbata de, ji Qeymeqam û SYDV re dişînin. Li taxa me alîkariya komir tenê dan 52 malbatan. Ger ji malbatêkê kesek tenê carekê hatibe binçavkirin û tu ceza negirtibe jî, di lêpirsîna ewlekariyê re derbas nabe.”
'GELO EW MAFÊ HDP’Î KOMIR BIGIRIN TUNEYE?'
Fatma Seven a li Taxa Asteco alîkariya komira wê hat birîn jî, anî ziman ku tu wateyê nadin vê bûyerê û wiha axivî: “Di demekê ku her tişt zem bûyî de, alîkariya komirê nedayîn manîdare. Li van dera zivîstan pir sar derbas dibe. Alîkariya komira me jî ji me qût kirin. Ji ber ku em dengê xwe didin HDP’ê alîkariya komir li ser me birîn. HDP partiyek siyasiye û di Meclîsê de cihê xwe digire. Di vir de çi sûc heye? Gelo ew mafê HDP’iyan ê komir bigirin tuneye?”
'EM JI BIRÇÎNA BIMIRIN JÎ EMÊ DENGÊ XWE BIDIN HDP’Ê’
Şevket Elmas jî, diyar kir ku îsal alîkariya komirê ya 11 malên, malbata wî birîn û wiha bilêv kir: “Ev nêzîkatiyek siyasiye. Di malbata me de, zarokên me yên dinava siyasetê de cih digirin hene. Ji ber vê alîkarî nedan me. Ji bo ku em dengê xwe didin HDP’ê jî ev yek kirin. HDP partiya me ye û em dengê xwe didin vê partiyê. Çi bikin, bila bikin, em ji birçînan re bimirin jî emê dengê xwe bidin HDP’ê. Hemû gundiyên taxê jî wiha difikirin. Desthilatdariya siyasî li hemû qadan êrîşên xwe berdewam dike. Çi dibe bila bibe, emê dev ji soza xwe bernedin.”
'MA DENG DAYÎNA HDP’Ê SÛC E?'
Meryem Ayaz a li Taxa Memedelan rûdine jî, daxuya kirin ku salên dirêj alîkariya komirê dan min û wiha bilêv kir: “Îsal çima nedan nizanim. Em dengê xwe didin HDP û ji ber vê alîkariya komirê li ser me qût kirin. Ew çibikin jî, bila bikin, emê dengê xwe bidin HDP’ê. Komirê bidin jî, nedin jî em ê tu carî dest ji partiya xwe bernedin.”
WEQFÊ AGAHÎ NEDA
Derbarê mijarê de me li Weqfa Piştevanî û Alîkariya Civakî (SYDV) a Qelqeliyê gerîya, lê diyar kirin ku ew ê derbarê mijarê de tu agahiyan nedin.
MA / Mujdat Can