AMED - 20 jinên girtî ku ji wan 5 kes nexweş in, beyî daxwaza wan ji Girtîgeha Tîpa E ya Amedê sewqî girtîgeha Tîpa T a Tarsusê kirin.
Rayedarên 20 girtiyên jin ji Girîgeha Tîpa E ya Amedê bêyî daxwaza wan sewq kirin. Piştî di rojên dawî de gelek jinên din hatin girtin, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê hêjmara girtiyên jin gihişt 61'an. Piştî hêmara girtiyan zêde bû, 20 jin sirgûnî Girtîgeha Tîpa T'yê ya Tarsûsê kirin. Di nava girtiyan de Halîm Işik û 4 girtiyên din ên nexweşiya giran hene.
Navê hin girtiyên ku hatin sirgûnkirin wiha ne: Nebahat Şirgen, Sevgî Altinel, Zehra Dogan, Gulten Orak, Hatîce Ay, Sabîha Turan, Sakîne Bozkuş, Maşallah Dag, Halime Işikçi, Mehtap Yılmaz, Meral Temel, Evîndar Aydın, Bahar Avci, Ayhan Akgul (nexweşa Talesemiyê ) Saadet Ergîn,Ozliyet Filîzzer, Rûkiye Bakiş.
BEYÎ AGAHÎ SEWQ KIRINE
Endamê Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz (OHP) Prz. Bunyamin Şeker, diyar kir ku 20 jinên girtî bêyî agahiya wan û daxwaza wan ew ji Girtîgeha tîpa E ya Amedê sewqî Tarsûsê kirine û wiha got: "Ev sewq li dijî hiqûqê ye. Niha li 2 odeyan 61 girtiyên jin dimînin. Li odeya 20 kesan 40 kes û li odeya 13 kesan jî 20 kes dimînin. Niha hêjmara zêde ya girtiyan dikin hincet. Li şûna girtiyan sewqî Girtîgeha Tîpa D a Jinan a nû hatiye çêkirin bikin, 20 jin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Jinan a Tarsûsê kirine. Em dê vê mijarê bişopînin. Demek dirêj e bi awayekî keyfî jinan sewq dikin. Diviya bû agahiyê bidin malbatan û piştre sewq bikin. Bi awayekî bê wext girtiyan sirgûn dikin û piştre malbatan agahdar dikin. Ev yek li dijî hiqûqê ye.