AMED - Taxa Savaş a navçeya Sûrê ya Amedê, piştî dorpêça Sûrê bi tang û topan tev hat xerakirin û ser û bino bû. Piştî tax tev xera bû Muxtarê Taxa Savaşê Ahmet Şen bi awayekî seyar karê xwe berdewam dike. Wezirê Karên hundir qeyûm tayînî şûna Şen ku taxa wan ji holê rabûye kir. Şen, bertek nîşanî biryarê da û diyar kir ku biryar li dijî hiqûqê ye.
Piştî Serokomar Tayyip Erdogan derbarê muxtaran de daxuyanî da, Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şûna 259 muxtaran kir. Yek ji van muxtarê ku qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin jî Muxtarê Taxa Savaş a Navçeya Sûrê ye. Di serdema qedexeya 2'ê Kanûna 2015’an de det pê kir û heta 6 mehan qedexe û dorpêçê berdewam kir de, tax bi tang û topan hilweşandin û piştre bi kepçeyan tev xera kirin. Ji ber ku tax tev xera bû malbatan tevan koçî tax û navçeyên din ên Amedê kirin. Niha jî taxa ku kevir li ser kevir nemaye û sero bino bûye Wezîrê Karên Hundir qeyûm tayînî şûna Muxtarê taxa tuneyî kir. Muxtarê taxê Ahmet Şen ku teblîgata ji kar hatiye dûrxistin û qeyûm tayînî şûna wî hatiye kirin bertek nîşan da. Şen di hilbijartina 30'ê Adara 2014'an de ji sedî 85'ê dengan stendibû û bûbû muxtarê taxê. Her çend taxa wan hat xerakirin jî mohrê di bêrîka xwe de digerîne û xizmeta welatiyan berdewam dike. Şen diyar kir ku piştî taxa wan hat xerakirin 3 salin karê xwe seyar dike. Şen, anî ziman ku berî taxa wan bê xerakirin nifûsa wê 5 hezar û 800 kes bûn, lê niha tevan koç kirine.
Şen, da zanîn ku karmendekî qeymeqamiyê wekî muxtar taşînî şûna wî hatiye kirin û wiha got: "Qeymeqamiyê bang li min kirin. Qeymeqamiyê ji min re gotin 'Te peywira xwe xerab bikar anîye' Navê azayan ji min pirsîn. Piştre mohr ji min xwestin. Rojek şûnde erka min ji destê min girtin û karmendekî Qeymeqamiyê tayînî şûna min kirin. Di serdema qedeya Sûrê de ez carekê hatim binçavkirin û dozger biryara bê şopandinê da. Girtina peywira min ne karekî hiqûqî ye.
Şen, da zanîn ku piştî qedexe bi dawî bûn ket taxê û wiha got: “Piştî şer qediya 3 roj şûnde bang li min kirin. Ez û polîs bi hevre ketin taxê. Ji sedî 80 xanî saxlem bûn. Ji sedî 20 dikarîbûn bihatina avakirin. Mehek şûnde dîsa ketim taxê vê carê hemû xera kiribûn. Alavên malê jî tev hatibûn dizîn. Min gelek caran got alavên min ji aliyê cerdevanan ve hatine dizîn. Şahidê diziyê hebûn. Xerakirina malên Sûrê ne ji ber şer bû. Gelek xaniyên dîrokî yên tescîllî jî hatin xerakirin. Ez tev li civîna Bloka aştiyê bûm. Min ev yek ji wan re jî got. Min her dem mexdûriyeta Sûrê anî ziman. Ji ber ku min mexdûriyeta taxê anî ziman li dijî min helwestek nîşan dan.
RÊ LI VEGERA SÛRÊ GIRTIN
Şen, da zanîn ku di cîhanê de herî zêde dem dirêj li Sûrê qedexeya derketina kolanan îlan kirin û wiha bi dawî kir: "Welatî bi zorê ji malên wan derxistin. Welatiyên ku bi zorê ji malên xwe derketin xwestin dîsa vegerin malên xwe. Welatî li dijî guhertina demografiyê derketin û nexwestin cih û warên xwe biguherin. Lê destûr nedan welatiyên Sûrê li warên xwe vegerin. Xaniyê min ê Sûrê xera kirin û 58 hezar tl qîmet lê pîevan. Niha li şûna wan xaniyên betonî ava kirine û 600 hezar tl pere li wan dipîve. Di komîsyona tespîta zerarê de mirovên Wezareta Derdor û Bajarvaniyê û Qeymeqamê Sûrê hebûn. Bêyî agahiya welatiyan hebe, welatî kirin endamên AKP'ê.
Di hilbijartina 31'ê Adara 2019’an de hêj nifûsa taxê 5 hezar heye. Lê belav bûye. Ez dê disa li taxa tar û mar bûye bibim namzet.
MA / Lezgin Akdeniz