STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, girtiyê bi navê Abdullatîf Teymûr li xwişka xwe Gulseren Yildirimê geriya û got: "Pêşî îşkence kirin. Niha jî herkê 50 roj cezayê hucreyê li me birîn. Dengê me ragihînin."
Hatibû îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Duzceyê, bi hinceta "jimariya li ser piya red kirine" di 25'ê Îlonê de 21 girtî hatine îşkencekirin û ev îşkence 4 rojan dewam kiriye. Girtiyê bi navê Abdullatîf Teymûr bi rêya telefonê li xwişka xwe Gulseren Yildirim geriya û tiştên tên serê wan gotin.
'JI DÊVLA NEXWEŞXANEYÊ XISTIN HUCREYÊ'
Yildirim, diyar kir ku birayê wê Abdullatîf Teymûr, gotiye ji ber di 25'ê Îlonê de wan jimariya di nîzama leşkerî de qebûl nekiriye hatine îşkencekirin û got: "Got, tam 4 rojan hatine îşkencekirin û derbkirin û roja hatine derbkirin hevalên wan ên nikaribûne bi rê ve biçin, bijîşkê revîrê ji wan re gotiye 'tenê li vir reşahiyek heye' û ew şandine. Ji ber tam nehatine muayenekirin rapor nedane wan. Bijîşk, ji bo hevalekî wan gotiye divê biçe nexweşxaneyê, lê belê ji dêvla wî bibin enxweşxaneyê xistine hucreyê. Her wiha guhê hevalekî wan jî teqiyaye. Li revîrê hebên êşbirê jî nedane wan û herkê 50 roj cezayê hucreyê li wan hatiye birîn. Daxwazname nivîsandine, lê belê daxwaznameyên wan nehatine qebûlkirin. Her wiha du hevalên wan ên emrê wan mezin jî sirgûnî girtîgehên din kirine."
'DENGÊ ME RAGIHÎNIN'
Yildirim, bilêv kir ku birayê wê gotiye ji 25'ê Îlonê dve hemû çalakiyên wan jî hatine qedexekirin û got birayê wê gotiye: "Di nav me de hevalên me yên enxweş hene. Ji bo revîrê em daxwaznameyê dinivîsînin, dibêjin 'temam'. Lê tiştekî jî nakin. Ji 25'ê Îlonê ve nahêlin em hevalên xwe yên li qawîşên din bibînin. Bi şev ceryanê digirin. Ceryan û ava qawîşên siyasî digirin. Dibêjin 'pirsgirêk' heye. Lê pirsgirêk nayê çareserkirin. Li me didin. Ên cezayê hucreyê li wan tê birîn û ên tên sirgûnkirin û mafên wan tên binpêkirin em in. Em jî nizanin dê ji niha û pê ve çi bibe. Divê li derve hûn dengê me ragihînin."
Yildirim bertek nîşanî van binpêkirinên mafan dan got: "Paşê em hay ji van tiştan çêdibin. Wexta ez li birayê xwe geriyam gotin 'rojên hevdîtinê guherîne.' Wexta em çûn girtîgehê gotin 'hayê me ji van tiştan tune ye.' Ma ev ji bo kesên edlî jî wisa ye? Ma vî tiştî li diza û bertîlxwaran jî dikin? Li zarokên dibêjin 'em kurd in û xwedî li kurdîtiya xwe derdikevim' îşkenceyê dikin. Ez ê heta dawiyê li dijî vê yekê bisekinim."
Yilidrim diyar kir ku midûrê girtîgehê ji girtiyên siyasî re gotiye "Hûn ê hêza tirko bibînin. Hûn di nav lepên dilovan ên dewletê de ne" û got: "Pir meraq dikim lepên dilovan ên dewletê ev in?"
Yildirim, destnîşan kir ku divê partiyên siyasî hemû bi wekhev nêzî pirsgirêkên li girtîgehan bibin û ji bo çareserkirina pirsgirêkê tev bigerin.
Têkildarî mijarê em li girtîgehê geriyan lê belê hat gotin ku midûrê girtîgehê ne li wir e.
MA / Melike Ceyhan