RIHA – Muxtarê Taxa Gede Duduya yê navçeya Wêranşarê û 3 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Wêranşara Rihayê, cendirmeyan bi ser malan de girtin û 4 kes binçav kirin. Muxtarê Taxa Gede Duduya Dewreş Artiran ê ji kar hat avêtin, welatiyên binavê Hatîp Donmez, Mahmut Vural û kesekê navê wî nehat zanîn bi hinceta “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin.
Hat diyar kirin ku 4 kesên hatin binçavkirin birin Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê.