DERSIM - Nûçegihanê Evrenselê Kemal Ozer ê bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” girtî tê darizandin nehat berdan.
Danişîna 3’yemîn a nûçegihanê Evrenselê Kemal Ozer ê di 4’ê Îlona 2017’an de li Dersimê hat binçavkirin û di 15’ê Îlonê de bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hat girtin li Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Dersimê hat dîtin. Ozer û Parêzerê wî Bariş Yildirim di danişînê de amade bûn.
Ozer piştî mutaleya dozger parastin kir û wiha got: “Ji bo şopandina nûçeyê ez çûn gundê Pamuk a Xozatê. Lê li wî gundê ji aliyê kesên bi çekve hatim tehdîtkirin. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim û dixwazim bêm berdan.”
Parêzerê Ozer Bariş Yildirim jî, di parastina kir de wiha bilêv kir: “Tu gumanên muwekîlê min Ozer bireve tuneye. Ez daxwaza berdanan muwekîlê xwe Ozer dikim.”
Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina Ozer berdewam bike û danişîn taloqî 28’ê Kanûnê kir.