EDENE – Li Edeneyê jina binavê Selma Cîce ya 3 zarokên xwe kuştin û xwest întîxar bike, hat girtin.
Jina binavê Selma Cîce ya li Taxa Geçîtlî ya navçeya Yuregir a Edenê dijiya, di 21’ê Cotmehê de ji ber sedemekê ku nehat zanîn, kurê xwe yê 6 salî Mahmût, keça xwe ya 9 salî Semanûr û kurê xwe yê 11 salî Mehmet Emîn Cîce kuştin. Selma Cîce ya durê întîxar kir û bi giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Bajêr a Edenê hat dermakirin. Cîce piştî dermankirinê, ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin. Cîce, di îfadeya xwe ya cendirmeyan de, wiha got: “Minê întîxar bikira. Ji ber ku min nexwest zarokên min, mîna min rezîl û perîşan bibin min ew kuştin.”
Selma Cîce, piştî lêpirsîna wê ya li cendirmeyan bi dawî bû, îro sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê derbarê Cîce biryara girtinê da û şand girtîgehê.