DERSIM - Cenazeyê dayika Parlamentera HDP’a Dersimê ya berê Edîbe Şahîn li cih û warê xwe hat definkirin.
Cenazeyê dayika Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Dersimê ya berê Edîbe Şahîn Emîna Gundogan a ji Stenbolê anîn cih û warê wê Dersimê, hat definkirin.
Merasîma cenazeyê li Malacemê ya Pir Kureyş Baba ya li navçeya Qislê hat lidarxistin. Rêxistina HDP’ê ya Dersimê, Serokê Şaredariya Mêzgêr Tekîn Turkel û gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Piştî merasime cenazeyê Gundogan li goristana Xaltun hat definkirin.
Piştî kar û barên definkirinê, li malacemê loqme hatin belavkirin û serxweşî hatin qebûlkirin.