ENQERE – Parlamenterê HDP’ê Mahmut Togrul mirina bi guman a leşkaran wiha pirsî: “Mirina leşkerên bi guman ên kurd û elewî rasthatinek e gelo?”
Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmut Togrul mirina bi guman a leşkeran bir Meclîsê. Togrul bi daxwaza ku Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu pêşniyazpirsê bibersivîne da wezaretê. Togrul wiha pirsî: “Mirina leşkerên bi guman ên kurd û elewî rasthatinek e gelo?”
Togrul di pêşniyazpirsê de bal kişand ser leşkerê bi navê Omer Faruk Demîrkol ê tê gotin di 14’ê cotmehê de li Karakola Cendermeyan a Fevzî Paşa ya li navçeya İslahiyeya Dîlokê xwe întîxar kiriye. Malbata Demîrkol jî gotibû ku zarokê wan întîxar nekiriye û hatiye kuştin.
Togrul bi çend pirsan xwest Soylu bûyerê ronî bike. Togrul bi taybetî ji Suleyman Soylu vê pirsê kir: “Mirina leşkerên bi guman ên kurd û elewî rasthatinek e gelo?”