AMED – Serokê Baroya Amedê Cîhah Aydin, eşkere kir ku dê mudaxilê doza “Sonda Xwendekaran” bibin .
Baroya Amedê, derbarê rakirina “Sonda Xwendekaran” de, a li avahiya Xizmetê ya Baroyê civîna çapemeniyê li dar xist. Serokê Baroyê Cîha Aydin, di civînê de axivî û wiha got: “Sonda Xwendekaran di 8’ê Cotmeha 2013’an de hat kirin, lê ji ber serlêdana Tirk-Egîtîm Senê, Daîray 8’emîn a Şûreya Dewletê biryara derbarê rakirina sondê de betal kir. Nijatperestî ne nexweşiyeke civakî ya demiye. Her tim gefan li çanda bi hevrebûnê dixwe. Divê em dest ji vê yekê berdin.”
Aydin, da zanîn ku biryara Şûreya Dewletê li dijî madeya 125’emîn a Qanûnê ye û wiha got: “Şûreya Dewletê ev sînorê qanûnî derbas kir û biryar da. Divê hemû sazî û dezgeh sînorên erk û peywirên xwe derbas nekin. Li gorî madeya 76’emîn a Qanîna Parêzertiyê, ji bo avakirina hiqûqê, parastina mafê mirovan, erk û peywira xwe anîna cihe, emê jî weke Baroya Amedê, mudaxilê doza ‘Sonda Xwendekaran’ bibin.”
Aydin di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Ji bo Saziya Daîreya Doza Îdarî ya Şûreya Dewletê emê doze bibin venêrînê û şopdarê vê pêvajoyê bin.”