DERSIM - Li ser rêbejahiya Dersim-Pîlemûriyê qezaya trafîkê rû da û 2 kes bi giranî birîndar bûn.
Li nêzî Harçik a rêbejahiya Dersim-Pîlemûriyê wesayîta plakaya 62 AP 879 a ajokara wê Seycan Demîrel dikir, kontrola xwe ya dîreksiyonê winda kir û li boriya kanalizasyona betonê ya li kêleka rê ket. Di qezayê de Seycan Demîrel û Metîn Demîr bi giranî birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dersimê û ji vir jî sewqî Nexweşxaneya Xarpetê hatin kirin.
Ji ber qezaya trafîkê nêzî saetekê rê girtî ma û dûre li trafîkê hat vekirin.