DERSIM – Li Dersimê, du muxtarên gund ji kar hatin avêtin.
Di demên dawî de gelek muxtar ji kar hatin avêtin û li şûna wan qeyûm hat tayînkirin. Di vê çarçoveyê de Muxtarê Gundê Ardiç Îsmaîl Sefer û Muxtarê Gundê Akdemîr Paşa Erol ên navçeya Pêrtag a Dersimê ji kar hatin avêtin. Li şûna muxtarên ji kar hatin avêtin, qeyûm hatin tayînkirin.