AMED - Ergul Tuncay bi rêya nameyekê, îşkenceya di girtîgehê de lê hat kirin, ji Şaxa ÎHD’a Amedê re vegot. Şaxa ÎHD’a Amedê derbarê îşkenceyê de li dozger serlêdana sûc kir. Dozger di bersiva da ÎHD’ê de wiha got: “Ji bo ku girtî, personel û girtîgehê bixe zoriyê îşkence li xwe kiriye”
Li girtîgehên Tirkiyeyê, pêkanînên keyfî, cezayên disîplînê, xerab kirina derûniyê û îşkceya fîzîk berdewam dikin. Ergul Tuncay ê li Girtîgeha Hejmara 1 a Xarpetê tê girtin, diyar kir ku personelên weke “Hêza Amade” tên zanîn êrîşî wî û gelek girtiyan kirine. Tuncay bi nameyekê, îşkenceya di girtîgehê lê hat kirin ji Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê re vegot.
‘EZÊ TE BAVÊJIN HUCRÊ Û SÎRGÛN BIKIM’
Tuncay, di nameya şande wiha got: “Karmendekê girtîgehê çû ser ban û ji bo tehrîk bike, heqaret li me kirin. Karmendê derket ser ban, dema dît ku ez di baxçeyê de me, ji min re got ‘Ez te bavêjim hucreyê, te sîrgûn bikim. Ez nizanim ji bo çi tu hatî vê derê.’ Dûrê 4-5 karmendên ji berê de hatibûn amadekirin, ketin baxçeyê qawişa me û xwestin min derp bikin. Dema min ji karmendê ser ban re got ‘tu xwe dixî cihê qanûna ev sûce,’ yek ji van gardiyenan, pehîna xwe li bîdonê avê da û ez dehf dam. Çawan min got ‘li helwesta xwe baldar be, tu çima wisan dikî’ her du milên min badan û ez birim korîdorê. Piştî re bi pehîn û kolman li min dan.”
ÎŞKENCEYA ‘HÊZA AMADE’
Tuncay, di dewama nameya xwe de wiha domand: “Li cihekê ku kamera nabîne îşkence li min kirin. Di encama îşkenceyek giran de li nexweşxanê min rapora derbê girt. Ev ‘Hêza Amade’ li girtîgehê tenê îşkence bi min nekirine, heman îşkence bi gelek girtiyan kirin. Ev karmend li ser memûrên dewletê tevdigerin. Bi nêzîkatî û helwestên xwe ji derveyî kontrolê derdikevin. Hinceta êrîş û îşkeceyê mîna her cara ‘Nehitin peywirdarên memûr karê xwe bikin û gef li memûran xwarin’ bû. Bi van hincetan qilf hiqûqî liv an pêkanînên keyfî yên dij mirovahî dikin. Li gorî hiqûqê tevgerîn tenê ferzî girtî û hikûmxaran dikin.”
Tuncay, di dawiya nameya xwe de bang hestiyariyê li raya giştî kir.
Şaxa ÎHD’a Amedê, ji bo lêpirsîna bûyerê, li Dozgerê Girtîgeha Hejmara 1 a Xarpetê serlêdana sûc kir. Dozger piştî lêpirsînê, ji bo ÎHD’ê daxuyaniyek nivîskî şand.
ODEYA RÛGIRÎ YA NERIM
Dozger di daxuyaniya nivîskî de wiha got: “Ergul Tuncay ji bo personelê ser ban provoka bike dirûşme berz kirine. Li ser vê yekê gardiyan ji bo hixûmxar aram bikin, birine odeya rûgirî ya nerim û dûre ji bo rapor bigire jî birine nexweşxanê. Ji bo ku hikûmxar bêbextiyê li gardiyenan bike, zirar daye bedena xwe. Ji bo ku girtî, personel û girtîgehê bixe zoriyê îşkence li xwe kiriye.”
MA / Aydin Atay