ANTALYA – Kadîr Delîktaş bi boneya wêneyê Haci Lokman Bîrlîk, Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim û nivîsa “Gelê kurd heye, netewek e û welatê wê Kurdistan e” di medya civakî de parve kir hat girtin û bi hinceta “Propaganda rêxistinê kiriye” doz lê hat vekirin.”
Kadîr Delîktaş bi hinceta li ser medya civakî “Propaganda rêxistinê kiriye” di 15’ê tebaxa 2018’an de hat binçavkirin û girtin. Serdozgeriya Komarê ya Antalya der barê Delîktaş de îdianame amade kir û 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalya jî qebûl kir û dozê vekir.
WÊNEYÊ BÎRLÎK Û MUSLIM JÎ BÛ BÛ SÛC
Îdianameya ji 5 rûpelan pêk tê û parvekirinên Delîktaş ên têkildarî PKK, YPG û pirsgirêka kurd hêmanên sûc dît. Parvekirina Delîktaş ên wêneyê Haci Lokman Bîrlîk ku li Şirnexê ji aliyê polîsan ve hat kuştin û bi pey panzêra polîsan ve hat kaşkirin û videoya Hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim sûc hat dîtin.
PARVEKIRINA ‘GELÊ KURD HEYE Û NETEWEYEK E’ BÛ SÛC
Hat zanîn ku Delîktaş nivîsa “Gulên baxçeyên min perîşan in”, wêneyê bi nivîsa “Min dît ka welatê min Kurdistan”, “Qeyûm+qiyim+katliam: OHAL’a darbeya 12’ê Îlona bi AKP’ê dewam dike, “Gelê kurd heye, neteweyek e û welatê wan Kurdistan e” parve kiriye û ji ber van “propaganda rêxistinê” kiriye.
Danişîna ewil a doza Delîktaş dê di 5’ê mijdarê de li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Antalyayê bê dîtin.
MA / Hamdullah Kesen