ŞIRNEX - Dayikên Şirnexê bertek nîşanî tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û gotin: “Heya ku tecrîta li ser Ocalan berdewam bike, dê gelê Kurd jî dibin tecrîtê de be. Li dijî tecrtî em bibin yek û bi mîlyonan kes divê tecrtîta li ser Rêbertiyê bişkînin.”
Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve û malbata wî ji 5’ê Nîsan 2015’an ve destûr nayê dayîn biçin Îmraliyê û hevdîtin bikin. Li Şirnex û navçeyên wê, ji bo balkişandina tecrîta girankirî ya li ser Ocalan panel tên lidarxistin.
'ADRESA ÇARESERIYÊ ÎMRALIYE'
Dayik Emîne Ozek, diyar kir ku bi salane agahî ji Ocalan nagirin û wiha axivî: “Derbarê rewşa Ocalan de fikarên me hene. Em tecrîtê şermezar dikin. Divê yan malbat an jî parêzer dimildest biçin hevdîtina Ocalan. Em bang hemû kesên xwedî wijdan dikin. Em li dijî tecrîtê bibin yek û dawî li tecrîtê bînin. Heya ku hevdîtin bi Ocalan re neyê kirin, dê ji bo şerê heyî jî çareserî neyê dîn. Êdî hemû kes dizanîn adresa çareseriyê Îmraliye. Heya ku agahî ji Ocalan bê girtin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin û tu carî emê gav paşve ne avêjin.”
'EMÊ TÊKOŞÎNA XWE BERDEWAM BIKIN'
Nûriye Ertuş jî, bertek nîşanî bêdengiya li hemberî tecrîtê da û got: “Heya ku tecrîta li ser Ocalan berdewam bike, dê gelê Kurd jî dibin tecrîtê de be. Birêz Ocalan rêberê 40 milyon mirovane. Divê tecrît bê rakirin. Em tecrîta li ser Ocalan şermezar dikin. Heya damla xwîna xwe ya dawî emê dest ji doza xwe bernedin.”