AMED - Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş, diyar kir ku bêyî kurdan dîzaynkirina Rojhilata Navîn ne mimkun e, lê belê divê di vê pêvajoyê de kurd jî yekîtiya xwe ya netewî çêbikin, an jê dê dîrok efû neke.
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, bal kişand ser xebatên ji bo yekîtiya netewî ya kurd û destnîşan kir ku yekîtiya netewî bivênevê ye.
‘BIVÊNEVÊ YE'
Ozguneş, bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û got: "Yekîtiya netewî ji bo kurdan, ji nan, an û hewayê girîngtir e. Çimkî bi sedan sal e gelê kurd ji nasnameya xwe, çanda xwe û gelbûnê hatiye dûrxistin. Vîna gelê kurd hatiye binpêkirin, zimanê wî hatiye asîmlekirin û înkarkirin. Yanî gelê kurd, gelekî ku bi tunekirinê re rû bi rû ye. Loma yekîtiya netewî ji bo kurdan bivênevê ye."
'DIVÊ EM JI DÎROKÊ DERSÊ DERXÎNIN'
Ozguneş, destnîşan kir ku ger yekîtiya netewî pêk neyê dê zeman li aleyha kurdan biherike û got: "Her diçe dozaja vê windakirinê zêdetir dibe. Teqez divê ev yekîtî pêk bê. A rast dîrok derseke pir baş dide mirovatiyê. Her tişt di nav dîrokê de ye. A girîng jî ew e ku em dersekê jê derxînin." Ozguneş, diyar kir ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de firseteke mezin ket destê kurdan û gelek neteweyên li Ewropa, Balkanan û Rojhilata Navîn çarenûsa xwe diyar kirin. Ozguneş, bilêv kir ku lê kurd di vê serdemê de çarenûsa xw etayîn nekirine û got: "Di vê serdemê de kurdan das li çîma xwe xistin."
'PERGAL DIGUHERIN'
Ozguneş, bilêv kir ku di salên 1920'î de xweserî dane kurdan, lê belê di Qanûna Bingehîn a 1924'an de ev xweserî hatiye redkirin. Ozguneş, diyar kir ku li Rojhilata Navîn niha şerê cîhanê yê sêyemîn diqewime û got: "DYA, Rûsya û welatên Ewropayê daxilî vî şerî bûne. SÎnor û rêveberî diguherin. Li Rojhilata Navîn pergal diguherin. Li Sûriyeyê 7 sal in şer heye. Ger niha li Sûriyeyê aştî çêbibe jî, sed sal şûnde jî bi ser hişê xwe ve nayê. Li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyeyê pirsgirêka kurd heye. Li van welatan jî kurd bi awayekî demokratîk têdikoşin."
Ozguneş, anî ziman ku êdî gelê kurd wekî dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn ne bêrêxistinbûyîn e û got: "Tu welat nikare vê têkoşîna kurdan a li çar perçeyan tune bike û bitepisîne. Kurd jî ji bo xwe ji her cure çewisandin, îmha û înkarê xelas bikin divê bibin yek. Divê li herçar perçeyan kurd bibin yek." Ozguneş bal kişand polîtîkayên partiyan jî û got: "PDK, ji ber berjewendiyên xwe yên berteng û herêmî û têkiliyên xwe yên bi Tirkiye û dewletên emperyalîst re, vê yekîtiyê red dike. Em heta radeyekê dikarin vê yekê fêm bikin, lê dema mirov li ber çewisandina serî bitewîne û rê li ber yekîtiyê bigire, ev nayê qebûlkirin."
'WÊ DÎROK EFÛ NEKE'
Ozguneş, anî ziman ku kurd li Rojhilata Navîn hêzeke siyasî ya girîng in û got: "Bêyî kurdan ne mimkun e ku Rojhilata Navîn ji nû ve bê dîzaynkirin. Lê kêmasiya herî mezin a kurdan, nebûna yekîtiyê ye. Wexta yekîtî çêbibe dê li erdnîgariya xwe tevî gelên din bi awayekî wekhev bikaribin bijîn."
Ozguneş, bang li PDK, YNK, derdorên demokrat, rewşenbîr û rêxistinan kir û got: "Werin, em bibin yek. Em dev ji hemû berjewendiyên partiyî, malbatî û herêmî berdin. Em berjewendiyên gelê kurd û neteeyî di ser ên şexsî û herêmî re bigirin. An jê dê dîrok efû neke. Demidlest divê yekîtiya netewî çêbibe."
MA / Mehmet Şah Oruç – Ozgur Paksoy