MUGLA – Keştiya ku penaberan vediguhzand li Bodrumê noqî avê bû. Ji 19 kesên hatin rizgarkirin 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Bodrumê ya Muglayê keştiya dixwest penaberan veguhezîne Grava Îstankoy (Kos) a Yewnanîstanê noqî avê bû. Keştiyê îro saet derdora 06.00’an li ser behrê derket rê û piştî demekê noqî avê bû.
Jin û zarok jî di nav pênaberan de hebûn û ewil welatiyên derdorê beziyan hawara penabaran. Ji 19 kesên di keştiyê de 5 kesan tavilê rakirin nexweşxaneyê. Polîs û ekîbên tenduristiyê jî hatin cihê bûyerê û dest bi lêkolînê kirin.
Ji 5 kesên rakirin nexweşxaneyê 2 zarok jiyana xwe ji dest dan. Li aliyê din jî têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.