AMED – Helbestvan Berken Bereh axaftina dawî ya Rojên Wêjeya Berawirdî kir û got di van rojan de her çiqas ziman cuda bû lê hest û raman yek bûn û wêje û ziman ruhê neteweyekê ye û xwest pênûsên adilane her ji bo mirovahî û xwezayê binivisînin.
1’emîn Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ku ji aliyê Weşanxaneya Lîs û Navenda Hunerê ya Amedê (DSM) hat lidarxistin bi axaftina “Mêvanê Rûmetê” helbestvan Berken Bereh bi dawî bû. Bernameya girtinê li avahiya Şaxa Odeya Avahîsazan a Amedê pêk hat û gelek nivîskar û helbestvan beşdarî axaftina girtinê bûn. Xwediyê Weşanxeya Lîsê Lal Laleş axivî û ji bo eleqeya xwîner û wêjehezan nîşanî bernameya wan dan malovaniya wan kir.
Helbsetvan Berken Bereh derket ser dikê û axaftina girtinê kir. Bereh bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir: “Ez li ber dilê we yê pak li ber pênûsa we ya her ji bo aştî, biratî, wekhevî û cîhanek a ji bo herkesî geriyayî bejna xwe ditewînim. Ez dibêjim hûn bi xêr hatine mala xwe. Ji ber ku di wêjeyê de sînor tune ye. Ji ber nexweşîna malbata xwe di van rojan de nikaribûm li gel we bim.”
‘ZIMAN CUDA BÛ, LÊ HEST Û RAMAN HEMAN BÛN’
Bereh anî ziman ku ji bo nivîskarekî piştî salan ji bo bernameyê wek “mêvanê rûmetê” wî dan hilbijartin ji bo wî cihê cihê bextewariyê û serbilindiyê ye û got: “Ez hêvîdarim ev bernameyên xweş û pîroz her sal dewam bikin. Di van du rojên kurt de beşdarî gellek gotar û bernameyan bûm. Bi dilxweşî û bextewarî dît ku hemû nivîskar û hunermendê derketin ser dikan, peyamên wekhevî, biratî, aştî, dinyayek adil peşkêş kirin. Digel ku ziman û çand ji hev cuda bû, lê hîs, hest û ramanên wan heman tişt bûn.”
‘GELEK TIŞTÊN LI VÊ ERDNÎGARIYÊ LI ERDNÎGARIYEK DIN NÎNE’
Bereh diyar kir di gengeşeya li ser helbestên wî ya ji bo zimanê îngîlîzî û fransî de dît ku her zimanek xwedî ruhekî ye û wiha domand: “Ziman xwedî çand û kodên ji hev cuda ye. Min yeqîn pê anî ku ew ên gotine ‘helbest nayê wergerandin’ carek din aşkere bû ku tên wergerandin. Ji ber ku gelek tiştên li vê erdnîgariyê hene, li erdnîgariyê din tune ne. Min dît ku di wergera şaîrê de hinek peyv bi aloz bûn. Ji ber ku ev peyv li vê erdnîgariyê dihat bikaranîn û li erdnîgariyek din nedihat bikaranîn.”
‘WÊJE RUHÊ NETEWEYEKÊ YE’
Bereh destnîşan kir ku ew gihîştiye wê qenatê ku hemû teorîsyenên cîhanê ku ji bo edebiyatê dibêjin “edebiyat û ziman rûhê neteweyekê ye” û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Nivîskar û helbestkarê wê neteweyê hiş, giyan, dil û bîra wê neteweyê ne. Ango qedera nivîskarekî bi qedera gelê wî ve girêdayî ne. Ji ber wê ye ku şaîr Rojen Bernas gotiye ‘Nasnameya min di devê min de. Derya min û tesawirê. Nasnama min di devê min de, zimanê minî bav û kalan.’ Belê, digel ku her ziman xwedî çandek û ruhek cuda be jî lê taliyê ev cudabûn tiştek meşrû û xwezayî ye.”
‘ZILMKARAN NIKARIBÛ MIROVAHIYE JI HEV DÛR BIXE’
Bereh axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her wiha min dît ku tu cudahî di navbera Ehmedê Xanî û Mewlana de tune ye. Min dît ku Ahmet Haşîm û Melayê Bateyî heman stranê dibêjin. Min dît ku Cegerxwîn û Edward heman şîarê bilêv dikin. Nexwê dikarim bi bêjim birehetî û dilxweşî digel ku zalim, sitemkar û sermiyadarê ku di sedsala bihûrî de ji ber menfat û kara xwe du şerê cîhanê jî pêkanîn. Lê nikaribû mirovahiyê ji hev dûr bixin. Lê ez di wê baweriyê de me bi pênûsa we ya adil û ciwankar wê ev sedsal neyê piştgûhkirin û kêmkirina xweza û mirovahiyê. Ez bi ristên ku niha li ber nexweşiy kansêrê li ber xwe dide birêz Mem Ronga bi dawî bikim. Wiha dibêje birêz Ronga; ‘Ne bi me destpê kir ev stêrê û wê jî ne bi me biqede. Jiyan stranek bê dawî ye. Tu miqamê wê xweştir bike.’ Carek din hûn hemû bi serçavê me re hatin.”
Piştî axaftina Bereh Rojên Wêjeya Berawirdî ya ji 11’ê cotmehê ve dest pê kir bi dawî bû.