STENBOL - Seroka Komeleya Piştevaniya Jinên Esenyali Adîle Dogan, diyar kir ku bi armanca pirsgirêkên jinên li fabrîqeyan kar dikin çareser bikin, şewirmendî û piştevaniyê xurt bikin û jinan li dijî tundî û îstîsmara zarokan hişyar bikin komele ava kirine. Dogan, destnîşan kir ku ji bo jin bêtir fatûreya krîzê nedin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin.
Komeleya Piştevaniya Jinan a Esenyali, bi armanca pirsgirêkên karkerên jin ên li navçeya Pendikê rûdinên û li fabrîqeyan kar dikin, çareser bikin di sala 2013'an de hat avakirin. Komele piştî hat avakirin heta niha gelek xebat pêş xist û piştevaniya jinên karker kir. Komeleya ku armanc dike karkerên jin ên fabrîqeyan û karkerên jin ên li malê, li hev bicivîne û şewirmendiya civakî ya karker û kedkaran xurt bike, heta niha ji bo jinên karker gelek şahiyên muzîk, şano, folklor û kargeriyên perwerdehiyê pêş xist. Dîsa heta niha gelek semînerên tenduristî û hiqûqê dan jinan. Komele, di heman demê de ji bo jinan bi rêxistin bike û têkoşîna li dijî tundî û îstîsmara zarokan kêm bike jî xebatê dimeşîne.
XIZMETA SEMÎNER, PANEL MUZÎK Û FOLKLORÊ DIDIN
Der barê xebat û armanca komeleyê de Seroka Komeleyê Adile Dogan, bal kişand ser çîrok û xebata komeleyê. Dogan, anî ziman ku di nava 5 salan de ji bo jinan gelek xebatên girîng pêş xistin û wiha got: "Komele ji bo jinan bine cem hev û bi hevre pirsgirêkê jinan çareser dike ji bo taxê gelek girîng û watedar e. Komele, ji pirsgirêkên jinên li taxê bigire heta pirsgirêkê jinên Tirkiye dibe xwedî gotin. Em li vir ji bo jinan xebatên civakî, tenduristî pêk tînin. Şahiyên muzîk, folklor, seminer, panel û gelek xebatên din pêk tînin. Xebaten me berdewam dikin. Bi taybetî ji bo jinên li fabriqeyan kar dikin xebatên me didomin. Ji bo em balê bikişînin ser şertên jinên karker û wan hişyar û zane bikin xebatan pêş dixin. Jinên li fabrîqeyan dixebitin bêtir mefê xwe dizanin û dikarin bêtir li mafê xwe xwedî derkevin û xwe bi rêxistin bikin. Armanca me em piştevanî, şêwirmenî û rêxistina jinan bêtir xurt bikin.
KOMELE JINAN BI RÊXISTIN DIKE
Dogan, destnîşan kir ku komele ji bo jinên li kargerî û fabrîqeyan rastî tacîz, îstîsmarê tên jî dibe alîkar û wiha berdewam kir: "Ji bo şêwirmendî û pirsgirêkên jinên karker çareser bike têdikoşe. Hêzê dide jinan. Mixabin li taxa me jî bûyerên îstîsmar tacîz û tundiya li dijî zarok û jinan zêde ye. Heta niha der barê 500 bûyeran de serî li komeleya me dane. Piştî komemela me hat avakirin herî dawî Helin Palandoken jî di navde li vê herêmê 10 jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin. Komele hewl dide dengê jinên rastî tuntî û tacîzê tên bilind bike. Hem dibe dengê jinan û hem jî li dijî tundî û êrîya li ser beden û vîna wan jinan zane û bi rêxistin dike.
BI PIŞTEVANIYÊ DIMEŞE
Dogan, bal kişand ser rêvebirina komeleyê jî û wiha lê zêde kir: "Komele li vir bi şewirmendî û piştevaniyê xwe bi rêve dibe. Kesên ku rasti tundiyê tên û tên komeleyê em hewl didin pirsgirêka wê çarareser bikin. Me çareser kir an nekir ne pir girîng e. Ya girîng ewe ku em piştevaniyê xurt bikin. Gelek hevalên me yên jin li vir hene. Em li vir demên xweş û bi kêf bi hevre derbas dikin. Mînak di salvegerên 25'ê Mijdarê û 8'ê Adarê de em bernameyan bi hevre pêş dixin. Em li vir bi hevre rojbûna hevalên xwe yên jin pîroz dikin. Em car caran jinan kom dikin û dibin dervê taxê. Em jinan dibin seyran û gerê. Jin li vir bi piştevaniyê xwe bi hev girêdidin. Komele bi piştevaniyê bi rêve diçe. Em tu piştgiriyê ji tu deran nastînin. Tenê bi piştevanî û şewirmendiya jinan xwe li ser piyan dihêle. Nêzî 300 jin li vir tên cem hev û serê xwe li ser pirsgirêkan diêşînin. Jin li vir xwedî derdikevin. Jin bi keda xwe 5 tl kom kirin û piştgirî dan komeleyê. Ev piştevanî didome.
PIŞTEVANIYA JINÊ, DIDE JIYANDIN
Dogan, destnîşan kir ku her piştevanî xurt dibe bêtir xwe bi rêxistin û hêz dikin û wiha bi dawî kir: "Ger ku em bê rêxistin bin em nikarin tiştekî bikin. Em bi hêza rêxistinî û piştevaniya jinê dijîn. Piştevanî jinê dide jiyandin. Çeribandina me ya 5 salan heye. Ev gelek hêzê dide me. Em bûn xwedî zanîn û tecrube. Her ku diçe ev piştevanî û tecrûbe xwe mezin dike. Piştevaniya jinê, dide jiyandin. Gelek jin li taxê karê fabrîqeyan û karên din dikin. Kedek mezin didin. Niha dixwazin fatureya krîzê ji pişta jinê derxin. Lê divê jin li dijî vê yekê bêtir xwe bi rêxistin bikin. Krîza aborî herî zêde bandorê li ser jinê dike. Ji bo jin fatûreya krîzê nedin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin. Sermaye li ser hêrsa karê radiweste. Bêtir dixwaze keda mirovan bixwe û li ser keda mirovan bijî. Kedkar û karker fatûra vê yekê didin. Di krîzên 2001 - 2008'an de jinan bedelên giran dan. Ji bo di vê serdemê de jî jin bedel nedin divê xwe bi rêxistin bikin. Ger ku em bê rêxistin û belavbûyî bin em dê fatureyek mezin bidin. Lê ger ku em xwe bi rexistin bikin em fatûra vê krîzê nadin.
MA / Necla Demîr