ŞIRNEX – Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bertek nîşanî firotina erseyê Şaredariya Silopî ya ji aliyê qeyûm ve pêk hat da û got: “Alîgirên AKP’ê pereyê gel di nava hev de par dikin û şaredariyê deyndar dikin.”
Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi belgeyan derxist holê ku qeyûmê Şaredariya Silopî erseyên herî bi qîmet di bin bihayê piyasê de firotiye aligir û rêveberên AKP’ê. Bi vê nûçeyê re derket holê ku qeyûm ji bilî firotina mal û milkê şaredariyê tiştek nakin.
‘FON DIDIN PIŞAFTINÊ’
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz der barê van belgeyan û kirinên qeyûman de axivî û got: “Karê qeyûman ên ewil ew bû ku saziyên çand, ziman û jinan di bin banê şaredariyê de birêve dibirin girt. Hemû sazî û dezgehan girt û dest bi xebatên pişaftinê kirin. Armanca wan ew e ku gelê kurd daxwazên xwe neyne ziman. Dixwazin gelê kurd bipişifîin. Ji bo pişaftin li pêş bikeve niha jî ji bo navenda çandê hejmarek zêde fon hatiye veqetandin.”
‘ŞAREDARIYAN DIXIN BIN DEYNAN’
Kaçmaz anî ziman ku qeyûm dixwazin şaredariyan bixin bin deynan û got; “Alîgirên AKP’ê pereye şaredariyê di nava hev de par dikin. Niha barek giran ê deyn dane ser pişta şaredariyê. Di kasaya şaredariya Şirnexê de bi milyonan TL hebû. Li gorî encama lêkolînên me kirin; niha tê angaştkirin 378 milyon TL deyndar e. Di kasaya Şaredariya Cizîrê de jî 9 milyon TL hebû. Niha tê angaşkirin nêzî 270 milyon TL’yî deyndar e. Ev rewş ji bo Şaredariya Silopî jî derbasdar e. Di kasaya Şaredariya Silopî de 12 milyon TL hebû û qeyûm tayîn kirin. Niha jî tê angaştkirin ku 270 milyon TL ketiye bin deyn.”
'GEL WÊ XWEDÎ LI PARTIYA XWE DERKEVE’
Kaçmaz da zanîn ku erseyên aîdî şaredariyê pêşkêşî AKP’yan tê kirin û tevî delîlên şênber ne ji qeyûm û ne jî ji muxatabê mijarê heta niha tu daxuyanî nehat dayîn. Kaçmaz destnîşan kir ku wê gel di hilbijartinên herêmî de bersiva van hemû kirinan bide û got: “Niha jî bi tayînkirina qeyûman me tehdît dikin. Ancax tevî hemû tiştî jî dê gel xwedî li nirx û partiya xwe derkeve.”