* Parêzer Hatîp Mercan, der barê doza kuştina Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatih Safîturk de diyar kir ku dozger ji bo kesan sucdar bike delîlan diafirîne û wiha got: "Îdîa tev ji nakokiyan pêk tê. Ger ku darizandinek adîl pêk bê dê hemû bersûc beraet bikin.
* Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz bertek nîşanî firotina erseyê Şaredariya Silopî ya ji aliyê qeyûm ve pêk hat da û got: “Alîgirên AKP’ê pereyê gel di nava hev de par dikin û şaredariyê deyndar dikin.”
* Parêzerên jin ên li Mêrsînê diyar kirin ku bi pêşnûmeya efûyê re dê kesên li dijî jinan êrîş û tundiyê dikin hatine girtin bên berdan û di kêliya bên berdan dê tundî û tehdîta li dijî jinan zêde bibin.
* Seroka Komeleya Piştevaniya Jinên Esenyali Adîle Dogan, diyar kir ku bi armanca pirsgirêkên jinên li fabrîqeyan kar dikin çareser bikin, şewirmendî û piştevaniyê xurt bikin û jinan li dijî tundî û îstîsmara zarokan hişyar bikin komele ava kirine. Dogan, destnîşan kir ku ji bo jin bêtir fatûreya krîzê nedin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin.
* Li Herêma Serbest a Mêrsînê, mafê karkeran çewisandin serbest e. Nûnerê Çukurova Dev Tekstîl Ahmet Sûbaşi, diyar kir ku ji ber zextan ji mafên xwe bêpar dimînin û got: “Mafê karkeran tên binpêkirin û patron jî tên parastin. Karker ji tirsa ji kar bên avêtin, xwedî mafên xwe dernakevin.”
* Pisporê DÎSK-AR Denîz Beyazbûlût, diyar kir ku li Tirkiyeyê 6 mîlyon 310 hezar kes bêkarin û got: “Ev nîşaneya krîza aboriyê ye. Krîza aborî ya heyî encama polîtîkayên 16 sal ên desthilatdariya AKP’ê ye.”
* 12'emîn danişîna doza derbarê kesên Qeymeqamê Dêrikê Muhammed Fatîh Safîturk kuştin de hatibû vekirin, dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Mêrdînê bê dîtin. (14.00)
* Karkerên di xebata bereya derve ya Baran Plaza ya li Mahmûtbey a Stenbolê dixebitin û maeşê wan nayê dayîn, ji bo maeşê xwe bigirin dê li ber Baran Plaza ya li Îkîtellî daxuyanî bidin. (11.00)