Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin

  • rojane
  • 10:15 21 Cotmeh 2018
  • |
img
ENQERE - Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê li Mehmet Çelebî Çalan ê 22 salin girtî ye, zagona sala 1934'an esas girt û 3 hezar û 951 TL heqê xwarinê deyn jêre nivîsand.  Çalan, bertek nîşan da û got "Ger ku dewlet dikare bide berî her tiştî bila 22 sal cezayê azadiya ji min dizîye bide min. Ger ku bedelê azadiya min da ez jî dê heqê xwarina wan bidim." 
 
Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê ya girêdayî Serokatiya Daîreya Îdarî ya Bacê, ji Mehmet Çelebi Çalan ê 22 salin girtî ye û rastî cezayê muebeta giran hatiye, 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwest. Îdareya bacê heqê 22 salan ê xwarinê hesiband û wekî deyn teblîgî wî kir. Çalan ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê girtî ye, li gorî rapora  ÎHD'ê ya girtiyên nexweş, bi nexweşiyên behçet, prostat, astim, ulser, reflu, migren, sinuzit, alerjî, miyopî, periferikvaskuler û gele knexweşiyên din re têdikoşe. Li gorî rapora ÎHD'ê, Çalan jî di lîsteya "Girtiyê nexweş ên divê li bez bên berdan" de cih digire. Daîreya Bacê ji Çalan li gorî hêjmar 2548'an a zagona 1934'an a qanûna bedelê xwarin û xerca ji girtiyan bê stendin deyn jêre nivîsandin. 
 
84 SALIN NEHATIYE NÛKIRIN
 
Ev zagona ku Daîreya Bavê ew esas girt û deyn ji Çalan re nivîsî 84 salin hêj xwe nû nekiriye. Li gorî vê zagonê girtiyên ku rastî ceza hatin mesrefa girtîgehê li ser wan tê nivîsandin. Ger ku girtiyên belgeya wan a xizaniyê neyê qebûlkirin, girtî neçar dimînin ku vi pereyî razînin. Çalan, belgeya xizaniyê ji Daîreya Bacê ya Torosê re şand û diyar kir ku nikare 3 hezar û 951 TL deynê heqê xwarinê bide. Lê Midûriyeta Daîreya Bacê ya Torosê  bi gotina “Ne pêkan e ku daîreya me deynê we jê bibe" bersîvê dide Çalan. Li gorî zagonê tê xwestin ku rewşa girtî bê lekolînkirin û li gorî wê teblîgat bê şandin. Ger ku girtî nikaribe vî deynî bide Divê Daîreya maliyê vî deynî tahsil bike. Lê li gel çalan belgeya xizaniyê şand jî belge nehat qebûlkirin û belgeya Çalan hat redkirin. 
 
Prz. Gulan Çagin Kalelelî, diyar kir ku Çalan 22 salin girtî ye û di van şertê girtî de ne pêkan e ku vî deynê xwarinê bide. Kalelelî, anî ziman ku dewlet hem rûmeta mirovan binpê dike û hem jî bi ser vê yekê de deynê xwarinê ji wan re derdixe û wiha got: "Êdî dewlet dixwaze bacê ji girtiyan jî bistîne û li ser girtiyan bacê ferz dike. Ev yek neheqî ye." 
 
Endama Rêveberiya Navendî ya ÎHD'ê Nuray Çevirmen jî bertek nîşanî vê yekê da û got: "Ev dûrî aqilan e. Girtiyekî li girtîgehê nikare kar bike û vî heqî bide. Ev dûrî aqilan e. Girtiyekî ku malbat pereyekî hindik jêre dişîne û bi pereyê hindik dikare debara xwe bike. Ji ber vê yekê teqez divê vî deynî ji ser wî rakin. 
 
BEDELÊ 22 SALÊN AZADIYA MIN BIDIN 
 
Çalan jî bertek nîşanî vî cezayî da û diyar kir ku dewletê 22 sal ji azadiya wî dizîye û xwest dewlet berî her tiştî bedelê 22 salên azadiya wî bide. Çalan, da zanîn ku kengî dewletê bedelê 22 salan ên azadiya wi da, ew jî dê deynê xwarinê bide. 
 
MA / Dîren Yurtsever 
 
 

Sernavên din

23/10/2018
15:15 Temellî: Werin li ser maseyê rûn in
14:07 Li Êlihê pevçûn derket: kesek mir û 3 kes birîndar bûn
13:59 HDK: Ne erdhej, pergala rantê dikuje
13:15 Pevçûn li çoltera Kerboranê derket: 2 leşker birîndar bûn
12:39 Daxuyaniya Bahçelî ya ‘tifaq bi dawî bû’ dolar bilind kir
12:03 Serlêdana parêzeran a 757’an hat redkirin
11:16 7 salê erdheja Wanê derbas bû: Hêj êşa erdhejê didome
10:15 Dayika 10 meh in çaverê ye: Hestiyên kurê xwe dixwazim
10:15 Gundî dixwazin stasyona bazê bê rakirin
09:57 ‘Me malê tu kesî xesp nekiriye’
09:20 Jinên SES'î dê komcivîna 'KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî'yê li dar bixin
09:19 HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd, li rojavayê jî Eniya Demokrasiyê çêbike
09:19 Li Îzmîrê di mehekê de sîxurtî li 10 kesan hat ferzkirin
09:18 'Divê jin ji xwe re qadên îstihdamê biafirînin'
09:17 3 sal in Gever di nav toz û heriyê de ye!
09:16 Qeyûm otoparka pirqatî ya Wanê vediguherîne AVM'ê
09:15 Şanohezan Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê eciband
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2018'AN
22/10/2018
21:07 Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
17:03 Di doza Safîturk de biryar hat dayîn
15:43 Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn
15:31 Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî
15:18 ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn
14:53 Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe!
14:22 Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e
14:04 Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn
13:45 Di kontrola rêya Nisêbînê de bi metreyan wesayet hatin rawestandin
13:19 Karkerên Balafirgehê vê carê ji bo mûçeyên xwe dest ji kar berdan
12:37 Pîrebokên Kampûsê ji bo berdana endama xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir
12:22 Îfade dana der barê bûyera Kaşikçi de didome
11:47 Li Idlîbê lîstûk ji nû ve tê lîstîn: Çav vegeriyan ser civîna Stenbolê
11:39 Doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dest pê kir
10:47 Leşkerekê li Dîlokê firar kir xebatkarên mexazayekê rehîn girtin
10:19 Jinek hat qetilkirin
10:19 Penaber noqî avê bûn: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
09:46 Bihuştek veşartî: Salordek
09:26 Helbestvan Bereh: Wêje û ziman ruhê neteweyekê ye
09:16 DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e
09:16 Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!
09:15 'Jin ji bo fatûreya kêm bidin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin'
09:14 ‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’
09:13 Kaçmaz: Pereyê gel didizin û şaredariyan deyndar dikin
09:13 Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2018'AN
21/10/2018
19:33 Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn
17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
13:09 HDP’ê bi partiyên kurd re civîn li dar xist
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'
09:18 Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin
09:18 Gelê Wanê: Em ê şopdarê doza Bekir Kaya û hevalên wî bin
09:17 Ergîn Xelikan: Muzîk deryayek bêbinî ye
09:16 Êdî kes nikare di dawetan de jî xwarinê bide
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû