ÊLIH - Xizmên windayan, piştî Kolana Gulîstanê ji bo wan hat qedexekirin, çalakiyên xwe li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê li odeyeke 3 metreyî didomînin.
Li Êlihê, xizmên windayan bi pêşengiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê, 403 hefteyan li Kolana Gulîstanê li ber Peykerê Mafên Mirovan bi dirûşmeya "bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li aqûbeta xizmên xwe pirsîn. Lê belê, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bi hinceta Rewşa Awarte di 29'ê Cotmeha 2016'an de çalakiya wan hat qedexekirin. Li ser vê xizmên windayan li şaxa ÎHD'ê ya Êlihê li odeyeke 3 metreyî çalakiyên xwe didomînin. Xizmên windayan diyar kir ku ew dixwazin li Kolana Gulîstanê dengê xwe ragihînin û gotin: "Ne li odeyeke 3 metreyî, ji bo em dengê xwe ragihînin raya giştî em dixwazin li Kolana Gulîstanê bin."
3 JIN û 3 HEZAR POLÎS
Di Çileya 1995'an de li mezrika Zediya ya Êlihê M. Zekî Altû hat binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayên girtin. Xwişka wî Altûsaç Bîçîcî (49), ji roja ku birayê wê hatiye windakirin ew li aqûbeta birayê xwe dipirse û dixwaze kiryar bên darizandin. Bîçîcî, anî ziman ku bi salan di hemû şert û mercan de ji bo li aqûbeta birayê xwe bipirse ew diçû Kolana Gulîstanê û got: "Birayê min birin. Loma heta wî nebînim ez ê bitêkoşim. Ev korîdora 3 metreyî ji bo lêgerînê ji me re ne asteng e. Piştî 2 salan şûn de em 3 jin daketin Kolana Gulîstanê, lê 3 hezar polîs hatin. Di dest me de tenê wêne hebûn, lê dîsa jî em ji Kolana Gulîstanê derxistin û niha em li vira li xizmên xwe digerin."
'DÊ KURÊ MIN JÎ TIM LI XALÊ XWE BIGERE'
Bîçîcî, bilêv kir ku dema wê dest bi lêgerîna birayê xwe kir di ber re jî kurê xwe mezin kir û got: "Dema ez li birayê xwe digeriyam, kurek min çêbû. Niha kurê min Fatîh salî ye. Hîn 40 rojî bû ez û wî dihatin Kolana Gulîstanê. Niha kurê min mezin bûye. Vê hefteyê min kurê xwe neanî. Pir dixwest bê. Çimkî di nav van mirovan de mezin bû. Lê min jê re got 'polîs hene, loma ez te nabim.' Dema min wisa got ji min re got 'Dayê ji bo xatirê xalê min min bibe, eger tiştek bi min bê tu yê wêneyê min jî deynî cem ê xalê min, lê dîsa jî ez ê dev ji xalê xwe bernedim.' Ez ê dev ji aqûbeta birayê xwe, dê kurê min jî dev ji ya xalê xwe bernede."
Di 1993'yan de Zekî Akyildizê ku dema li Dibistana Navîn a 60'inci Yilê dixwend, hîzbûllahan gelek caran gef lê dixwar û wexta li Farqînê xwest biçe cem mala xwişka xwe, êdî careke din agahî jê nehatin girtin. Xiwşka wî Bîrgul Ekîncî (53), ji wê rjê ve şara res davê serê xwe û her şemî li aqûbeta birayê xwe dipirse. Ekîncî, anî ziman ku korîdora 3 metreyî eynê wekî girtîgehê ye û got: "Ev der ji bo min wek girtîgehê ye, dixwazim li devereke ku herkes dengê me bibihîse bitêkoşim. Lê nahêlin em biçin Kolana Gulîstanê. Çi dibe bila bibe, çi sax çi jî mirî ez birayê xwe dixwazim. Ger birayê min hatibe kuştin nexwe divê kiryarên wî bên darizandin. Ez ê tim hesab bipirsim."
Sekreterê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan Fahrettîn Asûtay jî, diyar kir ku dê ev çalakiyên bi pêşengiya ÎHD'ê tên kirin bidomin. Asûtay, bilêv kir ku ev qedexe derî qanûnê ye û got: "Her hefte xizmên windayan tên vira. Heta winda neyên dîtin dê çalakiya me ya parêzvanên mafên mirovan bidome."
MA / Metin Yoksu