EDENE - Rojnamevan Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman, ji ber wêneyên li sînor kişandibûn bi "sîxurtiya leşkerî" û "endamtiya rêxistinê" hatibûn tawanbarkirin. Lê belê di dadgeha Alayûmat û Akman de, dadgehê ji bo wêneyên hatine kişandin ji Serokatiya Serfermandariyê pirsî bû "ka wêne bi fikare ne yan na", lê belê hîn jî Serfermandariyê bersiv nedaye.
Nûçegihanên dihaber'ê ya bi KHK'ê hat girtin Erdogan Alayûmat û Nûrî Akman, dema li sînorê Sûriyeyê ji bo nûçeyan wêne dikişandin bi îdiaya "sîxurtiya leşkerî" û "endamtiya rêxistinê" der barê wan de doz hatibû vekirin. Danişîna dawî ya dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan pêk hat, lê belê dadgehê bêyî ku biryarê bide danişîn taloq kir.
Sedema taloqkirinê jî ew e ku 30 wêneyên ku rojnamevanan kişandibû, ji Serokatiya Serfermandariyê hatibû pirsîn "ka wêne bi fikare ne yan na", lê belê saleke Serfermandariyê hîn jî bersiva dadgehê nedaye.
PARÊZER BEK: ROJNEMEVANÎ TÊ DARIZANDIN
Parêzerê dozê Tûgay Bek, anî ziman ku bi vê dozê rojnamevanî tê darizandin û got: "Ji ber nûçe bi perspektîfeke muxalif e, cezakirina wê tê xwestin. Wisa difikirim ev doza dozeke konjukturelî ye ku beriya operasyona Efrînê hat kirin."
Bek, bal kişand ser felaiyetên rojnamevaniyê yên li sînor û got: "Demeke dirêj e herêmê bala çapemeniya netewî û navendî dikişîne. Tiştekî pir asayî ye ku rojnamevan li vira didin pey nûçeyan. Lê li vira dixwazin çapemeniya muxalif ceza bikin. Desteserkirina çapemeniyê û girtina rojnameyan jî awayekî din ê çewisandinê ye."
Parêzer Bek, ji bo bersiva ku dadgeh saleke li bendê ye û Serokatiya Serfermandariyê nade jî got: "Ji ber Serfermandarî, nikare daneyeke ku îdiaya dozger teyît bike bibîne bersivê ande. Lê wisa difikirim ger bersiv bê, dê di leha rojnamevanan de bê. Çimkî qadên ku wêneyên wan lê hatine kişandin ne qadên veşarî û qedexe ne. Hêviya me ew e rojnamevan beraat bikin."