STENBOL – Di çalakiya Rûnitşina F a hefteya 343’yemîn de ji girtiyê nexweş Mehmet Selîm Atli yê rewşa wî girane re azadî hat xwestin û banga berdana wî kirin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Stenbolê ji bo girtiyên nexweş bên berdan xwest di hefteya 343’yemîn de li Qada Galatasarayê çalakiya Rûniştina F li dar bixe. Ancax polîsan çalakiyê asteng kir. Li ser vê yekê li ber avahiya ÎHD’ê daxuyanî hat dayîn. Parêzvanê mafê mirovan beşdarî çalakiyê bûn û pankartên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Bila Mehmet Selîm Atli yê nexweş bê berdan” hildan.
Endamê ÎHD’ê Taylan Bekîn daxuyaniya vê hefteyê xwend. Bekîn anî ziman ku geşedanek erêniya biçûk a der barê girtiyên nexweş de wan bextewar dike û berevajî vê rewşê giranbûna nexweşîna girtiyan wan dixe nava fikaran. Bekîn bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Mehmet Selîm Atli û got: “Mehmet Selîm Atli 62 salî ye û li Batmanê hatiye dinyayê. Ji ber du tincetan ceza lê hat birîn. Ji doza ewil 4 sal û 8 meh û ji doza didoyan jî 33 meh ceza lê hat birîn. Beriya bikeve hepsê, xwîn çûbû ser mêjiyê wî. Di sibata 2018’an de li Nexweşxaneya Taybet a Êlihê dema tedawî didît hat girtin û ewil şandin Girtîgeha Êlihê û şûn ve şandin girtîgeha Siwêregê. Li gel raporên bijîşkan hene jî îdareya girtîgehê wî şandiye Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê. Piştî tektîkên li vir rapora baş e dane. Şûn ve şandin hepsa Siwêregê. Cara duyemîn xwîn çûye ser mêjiyê Atli. Bênavber hişê wî diçe û tişt nayê bîra wî. Piştî demek li nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Rihayê hat hiştin carek din wî şandin hepsê. Atli bi awayek nexweşê giran li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê tê ragirtin. Atli bi rîskek din a dê xwîn biçe ser mêjiyê wî re rû bi rû ye.”
Bekîn destnîşan kir ku ew naxwazin girtî ji girtîgehan mirî derkevin û di şexsê Atli de banga berdana hemû girtiyên nexweş kir û xwest bigîhîjin azadiya xwe.