STENBOL – Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin xwestin biçin Qada Galatasarayê lê polîsan ew asteng kir. Dayikan di bin dorpêça polîsan de li aqûbeta Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr pirsî û gotin ew ê dev ji Qada Galatasarayê bernedin.
Daykên Şemiyê û parêzvanê mafê mirovan ji bo di hefteya 708’emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftene li dar bixin li ber Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê li hev kom bûn. Dayikan xwest bimeşin lê polîsan ew asteng kir. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya ÎHD’ê bi wêne û qurnefilên di destên xwe de daxuyaniya çapemeniyê dan.
Vê hefteyê li aqûbeta Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr ê di 19’ê cotmeha 1995’an de di binçavan de hatin binçavkirin û windakirin hat pirsîn. Parlamenterên HDP’ê Alî Kenanoglu û Oya Ersoy, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu jî destek da dayikan û parêzvanê mafê mirovan.
Xwişka Hasan Ocak, Masîde Ocak daxuyanî da û diyar kir ku daxuyaniya wan bi awayek li dijî makeqanûnê hatiye qedexekirin û hêz û derfeta cemaweriyê li dijî wan wek amûra tundû û nefrete bikar tînin.
LI AQÛBETA TOSUN Û AYDEMÎR HAT PIRSÎN
Ocak di hefteya 708’emîn de li aqûbeta Fehmî Tosun û Huseyîn Aydemîr ên li Stenbolê hatin windakirin pirsî û behsa çîroka windabûna wan kir. Ocak got ji Tosun û Aydemîr ji 19’ê cotmeha 1995’an heta niha agahî nayê girtin û winda ne. Ocak diyar kir ku têkildarî doza Tosun û Ayedemîr lêpirsînek bi bandor nehate birêve birin û biryara betalkirinê dan ser dosyeyan. Ocak ji bo dosyeya Tosun û Aydemîr ji nû ve bê vekirin banga edaletê kir.
TOSUN: BILA BIZIVIRIN LI WINDAYAN BINÊRIN
Hevjîna Tosun, Hanim Tosun a ku 23 sal e li Qada Galatasarayê li aqûbeta hevjînê xwe û windayan dipirse jî wiha got: “Ez wan kesên destûra Galatasarayê nadin şermezar dikim. Çima hûn ji Dayikên Şemiyê ditirsin? Me zirarê nedaye tu kesî. Çima piştî 23 salan çalakiya me qedexe kirin? Çima me li vê kolana teng asê kirin? Heke hinek hiqûq bi we re hebe, we yê me li vir asê nekira. Em tenê Galatasarayê dixwazin. Li dijhiqûq Galatasarayê qedexe dikin. Heke behsa hiqûqê dikin bila ewil bizivirin û li windayan binêrin. Ev mirov tenê ji ber bi siyasetê re eleqedar bûn hatin windakirin. Heke li gorî dewletê sûc kiribûna bila wan bidarizandina. Çima winda kirin? Em ê kêliyek jî dest ji lêgerîna windayên xwe bernedin. Heta gorek me çê bibe û kujer bên darizandin em ê têkoşîna xwe dewam bikin û em ê ne dest ji windayan û ne jî dev ji Galatasarayê berdin.”
TEPE: HÊRSA ME LI DIJÎ BÊEDALETIYÊ YE
Xwişka rojnameger Ferhat Tepe yê di 28’ê tîrmeha 1993’an de di binçavan de hat windakirin Ayşe Tepe jî axivî û bal kişand ser qedexekirina çalakiya dayikan û got: “Hêrsa me li dijî bêedaletî û neheqiyê ye. Zilmê li van însanan dikin.”
Piştî axaftinan çalakî bi dawî bû.