STENBOL - Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de parêzeran hempîşeyên xwe yên girtî û karkerên Balafirgeha 3’emîn a Stenbolê ji bîr nekirin. Parêzerên ODAV’yî di lijneyê de Endamê Serokê Baroya Stenbolê Mehmet Durakoglu şermezar kirin.
Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê ku 2 rojan bidome li Navenda Kongre ya Haliçê dest pê kir. Li bendê ye ku 41 hezar endamên baroyê dengan bidin. Di hilbijartinê de ji bo serokatiya Baroyê 2 jê jin 10 namzet ketine pêşbirgê. Namzetan li qadên cuda mase û stantên xwe vekirin û propagandayên xwe kir. Li navenda Kongreyê parêzeran broşur belav kirin.
Di ketina salona Navenda Kongreyê de ji bo karkerên Balafirgeha 3’emîn a Stenbolê yên hatine girtin serbest bên berdan îmze hatin komkirin. Îmzeyên bên komkirin dê bidin 2'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Gazîosmanpaşa. Dîsa li nokteyên cuda yên salona Kongreyê wêneyên parêzerên girtî û Serokê Baroya Amedê yê hat kuştin PRz. Tahir Elçî vekirin.
Lijneya Giştî ya Buroyê bi zêdebûna ji sedî 10'ê endaman dest pê kir. Namzet Başar Yaltı, Mehmet Durakoğlu, Fikret Îlkiz û Hasan Kiliç, ji bo hilbijartina dîwan li hev kirin û pêşkêşî dîwan kir. Hat diyar kirin ku pêşniyar bi endoamên ODAV’ê re parve nekirin. Endamên Koma Parêzerên Demokrat û Azadîparêz (ODAV) bertek nişan dan û diyar kirin ku ew hatine dûrxistin û helwesta Namzetê Serokê Baroyê Mehmet Durokoglu şermezar kirin.