Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin

img
AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temelî û Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk beşdarî Komxebata Rêveberiyên Herêmî ya li Amedê bûn û nirxandin kirin. Temellî, diyar kir ku ew li vir gava ewil a xebatên rêveberiyên herêmî didin destpêkirin û li pirsa "Rêveberiyek çawa, welatekî çawa, bajarekî çawa? digerin. Temelî, anî ziman ku çareserî Demokrasiya Radîkal e. Turk jî diyar kir ku tecrûbeyên wan ên 40 salan hene û xwest dersa rast ji van tecrûbeyan derxin û got: "Divê berî her tiştî em şaşiyan dubare nekin û yekitiya xwe xurt bikin." 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li Amdê dest bi “Komxebata Rêveberiyên Herêmî” kir. Komxebatê bi sernavê “Tecrûbeyên Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk ên li Tirkiyeyê ye.” pêk hat. Di komxebatê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, hevparên HDP’ê û partiyên Kurdan Alîkara Hevseroka Giştî ya Berpirsa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê Yurdusev Ozsokmenler û gelek kesen din amade bûn. 
 
Ewil Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan axaftin kir. Piştre Hevserokê HDP'ê Sezaî Temelî û siyasetmedar Ahmet Turk nirxandin kirin.  
 
Temelî, bal kişand ser girîngiya rêveberiyên herêmî yên demokratîk û pergala demokrasiya radîkal. 
 
Axaftina Temellî ya li komxebatnê wiha ye: 
 
EM DÊ BI HEVRE WELAT JI QEYÛMAN RIZGAR BIKIN
 
Ez hemû hevalên xwe yên girtî silav dikim. Ez bawer dikim ku dê di demek nêzîk de di nava me de be. Em dê bi hevre vê têkoşînê pêş bixin. Ev komxebat gava yekem a rêveberiyên herêmî ne. Em dê bi hevre xwe bi rêxistin bikin û bi hevre vî welatî ji şerma Qeyûman rizgar bikin. Em li bersîva pirsên "Bajarekî çawa?, Welatekî çawa û Rêveberiyek çawa? digerin. Em tenê ji bo qezençkirina şaredaran gavan navêjin. Ji bo welatekî aram û rêveberiyek demokratîk em gavan davêjin. 
 
Ger ku ev îktîdara ceberûd her roj êrîşî me dike, sedema wê têkoşîna me ya aştî, demokratîk heye. Em dê bi hevre vê pêvajoya li pêş xwe biaxivin û bi hevre bername û planê çêkin. Me bi israr û inat got. Me got li vî welatî heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin pirsgirêk nayê guhertin. Li vî welatî pirsgirêka kurd pirsgirêka demokrasî, aştî û Tirkiyeyê ye. Ev îktîdar li şuna çareseriyê gavan bavêje, bêtir pirsgirêkê kûr dîke. Îktîdara ku li ser şer û rantê xwe mezin dike heye. Hem ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hem jî ji bo hemû pirsgirêkan em hatine cem hev. 
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ PIRSGIRÊKA SEREKE YE
 
Tecrîda li Îmraliyê pirsgirêka sereke ye. Tecrîda li Îmraliyê tecrida li ser hemû gelan e. Li ser vîna gelê kurd e. Îro bi dîlgirtina hevalên me êrîşî siyaseta demokratîk dikin. Ev îktîdara bi destpotiyê xwe bi rêve dibe hemû mafên me yên aborî ji destê me digire. Divê em çi bikin çawa bikin bibersivine. Divê em xwe bigînin hemû beşên civakê û têkoşina xwe û wan bi hevre bikin yek. Wan tev li tekoşînê bikin.  Divê em li dijî feraseta qeyûman rêveberiyên herêmî û demokrasiya radîkal pêş bixin. Divê em bi cudahî û rengên cuda yên Tirkiye bên cem hev û bi hevre bibeşin. Neteweta demokratîk komara demokratîk xurt bikin. Divê em di bin baneyên demokrasiya Radîkal de têkoşînê pêş bixin.  Ji bo di qada aborî û siyasetê de em pirsgirêkan derbas bikin divê em demokrasiya herêmî û demokrasiya radîkal xurt bikin û pêş bixin. Ev pergal ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, Tirkiye û hemû rojhilata navîn çareserî ye. Em hemû kesî dawetî têkoşîna Demokrasiya Radîkal dikin.
 
KOMELEYA SARMAŞIK KU XIZMET DIDA 32 HEZAR XIZANAN GIRTIN
 
Divê em karker, cotkar, esnaf û hemû beşên civakê milê xwe bidin hev û aqilê hevpar ava bikin. Divê em neqşeya dîrokî, çandî biparêzin. Em dê aştiya civakî û bajarî pêş bixin. Ya ku me li cem hev digire û hebûna me xurt dike aştiya civakî ye. Îktîdrar ji bo xwe li ser piyan bihêle artêşa betalan ava dike. Zextan li ser civakê zêde dike. Nirxên vî welatî bazarî derve dike. Hemû hevalên me yên girtî ji bo hezkirina xwe girtî ne. Heta azad bibin têkoşîna me dê bi biryar bidome. Komeleya Sarmaşik xwe digîne 32 hezar mirovan. Ev 32 hezar mirov xizanê herî zêde pêdiviya wan bi zexîre hebûn. Ev komele hewl dida xwe bêtir bigîne xizanan. Lê hat girtin. Ev îktîdara ku xwe wekî bi xizmeta civakî heyî nîşan dide, dijberî vê yekê bi desteserkirina mafê civakî hebûna xwe berdewam dike. 
 
EM DÊ BI NAVÊ XWE Û NASNAMEYA XWE MAMOSTETÎ Û BIJÎŞKTIYÊ BIKIN
 
Niha dixwazin ku em bi nasname, ziman û navê xwe xizmetê nekin. Lê em dibêjin armanca reveberiya herêmî demokrasî ye. Em dê bi nasnameya xwe jî û bi navê xwe jî xizmeta civakî bikin. Em dê mamostetiyê jî û bijîşktiyê jî bikin. Em ji bo bajarê xwe, pêşeroja xwe biparêzin em tên. Em dê dawî li hemû desteserkirinan bînin. Ji bo em li pêşeroja xwe xwedî derkevin divê em dawî li polîtîkayên îktîdarê bînin. Ji bo vê yekê em bang li hemû gelan û rengan, bang li hemû bawerî û fikran dikin ku em tev bên cem hev. Ji bo em li pêşeroja xwe û bajarê xwe xwedi derkevin em îtîfaqa gelan ava bikin. Em hem dema namzetên xwe û rêveberiya xwe diyar bikin, em dê nêzîkatiya civakê li ber çavan bigirin. Divê em namzetan nexin bêşbirbgê. Divê em li ser namzan bibin yek. Em dê aştî, demorasiyê bînin vî welatî. Ji bo azadiyê emê têbikoşin." 
 
TURK: ŞENSÊ ME YÊN EM ŞAŞIYAN BIKIN TUNE 
 
Turk jî di komxebatê de kurt axivî û wiha got: 
 
Encama têkoşîna 40 salan li holê ye. Em niha li hemberî îktîdara ku hewl dide tekoşîna me û destkeftiyên me ji holê rake têdikoşin. Tişta ku para me em têkoşîna demokrasiyê pêş bixin û mezin bikin. Tevî hemû şaşî û kêmasiyên me, gel ji bo ku em biryara rast bidin ji me bi heviye. Divê em hemû şaşî û kemasiyên xwe rast tespît bikin û bi şertê ku carek din em şaşiyan nekin divê em gavan bavêjin. Îro wekilên me, hevşaredarên me û siyasetmedarên me girtî ne. Em di van şertan de diçin xebatên rêvebriya herêmî. Tu şensa me ya em şaşiyan bikin tune. Divê hemû xebatkarên me dakevin nava gel. Ger ku em bêyî gel biryaran bistînin em dê encamek baş bi dest nexin. Divê em hemû niqaşan bimeşînin û amadekariya xwe xurt bikin.
 
GEL TU CARÎ TAWÎZ NEDAYE
 
Em dibînin ku gelê me tevî her tiştî tawîz nedaye. Dema diçe ser sindoqan li têkoşîna demokrasiyê û li bedelên xwe xwedî derdikeve. Em hemû xwedî berpirsiyar in. Ev têkoşîna 40 salan in. Keda ku HEP, DEP, HADEP'ê heye. Bedelê Vedat Aydin, Mehmet Sîncar, A. Muhsin Melik û gelek kesên din heye. Divê em xurt bixebitin. Bi rêxistin bixebitin. Berî her tiştî pêdiviya me bi yekîtiyê heye. Dema ku di serdema Suleyman Demîrel de wekîl bûn, ji ber ku Suleyman Demîrel, Stenbol, Îzmîr û bajarên din ên mezin winda kir îktîdar jî winda kir. Ji ber vê yekê divê em ji girîngiyê bidin tifaqa li van bajaran û xebatên xwe li vir xurt bikin." 
 
 
 
 

Sernavên din

23/10/2018
15:15 Temellî: Werin li ser maseyê rûn in
14:07 Li Êlihê pevçûn derket: kesek mir û 3 kes birîndar bûn
13:59 HDK: Ne erdhej, pergala rantê dikuje
13:15 Pevçûn li çoltera Kerboranê derket: 2 leşker birîndar bûn
12:39 Daxuyaniya Bahçelî ya ‘tifaq bi dawî bû’ dolar bilind kir
12:03 Serlêdana parêzeran a 757’an hat redkirin
11:16 7 salê erdheja Wanê derbas bû: Hêj êşa erdhejê didome
10:15 Dayika 10 meh in çaverê ye: Hestiyên kurê xwe dixwazim
10:15 Gundî dixwazin stasyona bazê bê rakirin
09:57 ‘Me malê tu kesî xesp nekiriye’
09:20 Jinên SES'î dê komcivîna 'KHK, Keda Jinê û Bêtemînatî'yê li dar bixin
09:19 HDP hewl dide li herêmê îtifaqa kurd, li rojavayê jî Eniya Demokrasiyê çêbike
09:19 Li Îzmîrê di mehekê de sîxurtî li 10 kesan hat ferzkirin
09:18 'Divê jin ji xwe re qadên îstihdamê biafirînin'
09:17 3 sal in Gever di nav toz û heriyê de ye!
09:16 Qeyûm otoparka pirqatî ya Wanê vediguherîne AVM'ê
09:15 Şanohezan Mîhrîcana Şanoyê ya Wanê eciband
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2018'AN
22/10/2018
21:07 Li Amedê der barê 7 kesan de biryara girtinê
17:03 Di doza Safîturk de biryar hat dayîn
15:43 Di doza Qeymeqam Safîturk de, ji bo biryarê navber hat dayîn
15:31 Heyeta doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dîsa guherî
15:18 ÎHD: Divê Sonda Xwendekaran paşve neyê anîn
14:53 Bûyerek din a revandinê: Li HDP’ê çi dibêjin ji me re bêje, dê kes têlilî te nebe!
14:22 Bîlgen: Bûyera Kaçikçi bê niximandin Tirkiye jî şirîk e
14:04 Dema karkeran xwest daxuyanî bidin, maeşê wan hat dayîn
13:45 Di kontrola rêya Nisêbînê de bi metreyan wesayet hatin rawestandin
13:19 Karkerên Balafirgehê vê carê ji bo mûçeyên xwe dest ji kar berdan
12:37 Pîrebokên Kampûsê ji bo berdana endama xwe dest bi kampanyeya îmzeyan kir
12:22 Îfade dana der barê bûyera Kaşikçi de didome
11:47 Li Idlîbê lîstûk ji nû ve tê lîstîn: Çav vegeriyan ser civîna Stenbolê
11:39 Doza ‘JÎTEM’a Kerboranê’ dest pê kir
10:47 Leşkerekê li Dîlokê firar kir xebatkarên mexazayekê rehîn girtin
10:19 Jinek hat qetilkirin
10:19 Penaber noqî avê bûn: 2 zarok jiyana xwe ji dest dan
09:46 Bihuştek veşartî: Salordek
09:26 Helbestvan Bereh: Wêje û ziman ruhê neteweyekê ye
09:16 DÎSK-AR: Krîz encam polîtîkayên 16 salan e
09:16 Di Herêma Serbest de karker çewisandin serbest e!
09:15 'Jin ji bo fatûreya kêm bidin divê bêtir xwe bi rêxistin bikin'
09:14 ‘Pêşnûmeya efûyê bê qebûlkirin dê tehdîta li dijî jinan zêde bibe’
09:13 Kaçmaz: Pereyê gel didizin û şaredariyan deyndar dikin
09:13 Di doza Safîturk de li benda biryarê ye: Bi darizandina adîl dê tev beraet bikin
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2018'AN
21/10/2018
19:33 Serokên baroyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê diyar bûn
17:34 Şaredariya Sîlopî nûçe piştrast kir û parastina 'Mexdûriyetê' kir
17:13 Osman: Pêwiste Kongreya Neteweya Kurdistan pêk bê
16:41 Oluç: Hilbijartin di heman demê de referanduma hiqûq û demokrasiyê ye
16:03 Partiya Pêşerojê ya Sûriye: Em Sûriyeke demokratîk dixwazin
14:44 Rojnameger Kartal hat girtin
13:13 Karkerên 27 rojin kar berdane: Em bi piştgiriyê bêtir xurt dibin
13:09 HDP’ê bi partiyên kurd re civîn li dar xist
12:54 Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê: Di koordînatên girtekan de hestiyên winayan hat dîtin
12:44 Temellî bersiv da Erdogan: Em ê di hilbijartinê de mîna Amedsporê bi ser bikevin
10:26 Bi 'Henekî' gule berda serî û kuşt
10:15 Çelebî ku 22 salin girtî ye 3 hezar û 951 tl heqê xwarinê jê xwestin
09:56 Encama fermî ya hilbijartina Herêma Federe ya Kurdistanê aşkere bû
09:14 Li odeyeke 3 metreyî li aqûbeta xizmên xwe digerin
09:13 Saleke Serfermandariyê bersiv nedaye
09:11 Parêzerê hat berdan: Parastin bi êrîşan re rûbirû ye
09:09 Berdevkê Komîteya Krîzê: Rewşa Tirkiyeyê ji ya Arjantînê jî xirabtir e
09:08 Akademîsyenên îxrac bûn, ji bo zarokan şahiyê li dar dixin
09:04 Nexweşîna Arîna 15 mehî girantir dibe
09:03 'Helwesta Bekir Kaya wê muxalefeta civakî xurtir bike'
09:01 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2018'AN
08:06 Karkerê ji qadê 10 ket jiyana xwe ji dest da
20/10/2018
20:27 Li Colemêrgê 30 herêm hatin qedexekirin
20:19 Li Desteya Giştî ya Enqereyê bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê
19:55 Tedawiya girtiyê nexweş Salîh Gun bi derengî tê xistin
18:38 Rojên Wêjeya Berawirdiyê bi çalakiyên cur bi cur didome
17:29 Erdogan bêyî behsa HDP’ê bike deng ji Amediyan xwest
17:28 Parlamenterê HDP’ê û aborînas Katircioglu: Em dikevin krîzek kûr
16:51 Parêzara Ocalan: Divê li dijî tecrîtê em xwe birêxistin bikin û li ber xwe bidin
16:44 Namzeta ODAV'ê Keskîn: Em ne esker em hiqûqnas in
15:38 ‘Girtiya nexweş Sîsê Bîngol berdin'
15:37 ÎHD: Girtiyê nexweş Aksû serbest berdin
14:52 Turkdogan: Hewl didin mirovan winda bikin
14:43 Ji girtiyê nexweş Atli re azadî xwestin
14:37 Pervîn Bûldan: Demokrasî bêyî jinê pêş nakeve
14:11 Diwarê atolyeya tekstîlê hilweşiya: 2 karker mirin
14:09 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosun û Aydemîr pirsîn
12:59 Lijneya Giştî ya Baroya Stenbol bi çalakiyê dest pê kir
12:26 Doz li rêveberên Amedsporê vekirin
11:58 Temellî: Çareserî demokrasiya radîkal e
Turk: Berî her tiştî divê em yekîtiyê xurt bikin
11:50 Wênegir Ara Guler tê oxirkirin
11:31 Şêniyên Amedê: Heke gel ji qeyûman kêfxweş be lê ev tirs çi ye?
11:01 Îfadeya şahidê doza Safiturk: Erê, Na!
10:38 Mihrîcana Şanoyê ya Wanê didome
10:30 Li Wanê di ‘Roja Muxtaran’ de 16 muxtar ji kar hatin avêtin
10:11 Karkerên jin ên rastî dijwariya krîzê tên: Ev ne edalet e
10:00 Ji bo Erdogan ketina Sûrê qedexe kirin
09:51 Miduriyeta Perwerdehiyê ji bo hatina Erdogan seferber bû
09:39 Girtiyê nexweşiya Wernicke Korsakoffê nayê berdan
09:20 Li Hezoyê 9 keya ji peywîrê hatin girtin
09:19 ‘Divê hemû kesên xwedî wijdan piştgiriyê bidin çalakiya Dayikên Şemiyê'
09:18 Girtiya hat sewqkirin: Di rê de em hatin derbkirin
09:18 Gelê Wanê: Em ê şopdarê doza Bekir Kaya û hevalên wî bin
09:17 Ergîn Xelikan: Muzîk deryayek bêbinî ye
09:16 Êdî kes nikare di dawetan de jî xwarinê bide
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû