STENBOL – Wênegirê bi nav û deng Ara Guler ê jiyana xwe ji dest da tê oxirkirin.
Wênegirê bi nav û deng Ara Guler ku li nexweşxaneyê tedawî didît û jiyana xwe ji dest da tê oxirkirin. Ji bo Guler li Qada Galatasarayê merasîma cenaze hat lidarxistin. Gelek kes beşdarî merasîmê bûn. Sînevizyona behsa jiyana Guler dikar hat pêşandan.
Piştî merasîma li Qada Galatasarayê dê cenazeyê Guler bibin Dêra Uç Horona Ermeniyan a Beyogluyê û piştî merasîma liv ir dê cenaze li Goristana Ermeniyan a Şîşlî bê veşartin.
Li aliyê din ji bo merasîma cenaze gelek kolan li çûnehatê hatin girtin û hat zanîn ku travmaya nostaljîk a li Kolana Îstîklalê dê tevahiya rojê nexebite.