AMED – Şêniyên Amedê bersiv dan daxuyaniyên gel ji qeyûman kêfxweş e û gotin: “Beriya xizmetê divê ji vîna me re rêz bigirin. Heke qeyûm tên ecibandin, ev tehdît û tirs çi ye?”
Şêniyên Amedê bertek nîşanî daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ên dê dîsa qeyûm tayîn bikin dan. Şêniyên Amedê bersiva nûçeyên mîna “Gel ji qeyûman kêfxweş e” dan. Amediyan got divê vîna wan tune neyê hesibandin.
‘RENGÊ ME DIYAR E’
Mîrza Guzel ê li gundekî Bismilê cotkariyê dike diyar kir ku ew ne ji qeyûm û ne jî ji xebatên qeyûm kêfxweş in û got: “Ji bo xapandina mirovan her roj kevirên peyarêya radikin û bicih dikin. Em li Rezanê rûdinên. Baranek tê hemû kolanên me dibin gola avê. Xebatek binesazî nîne. Çêkirina hin peyarêyan jî dixwazin me bixapînin. Dema em li gotinên Erdogan dinêrin bi awayek aşkere me tehdît dike. Bi awayek aşkere dibêje ‘ez ê dîsa qeyûman tayîn bikim.’ Yanî dibêje ‘dengê xwe bidin me.’ Lê em û rengê me diyar e. Em ê dengê xwe bidin xwe. Em gelin û em ê vîna xwe bikar bînin. Vîna me xesp kirin e.”
‘EWIL VÎNA MIN Û PIŞT RE XIZMET’
Mehmet Şîrîn ê esnaf jî da zanîn ku ew dixwazin xespkirina vînê bi dawî bibe û got: “Divê êdî aştî û aramiyek mayînde were ser axa me. Ev du sal e me xizmet nedîtiye. Ewil ez azadiya vîna xwe dixwazim û pişt re xizmet dixwazim.”
‘MAFÊ KESÎ TUNE YE ME TEHDÎT BIKE’
Ahmet Demîr jî bertek nîşanî xespkirina vina gel da û got: “Bila dawî li van pêkanînên antî demokratîk bînin. Heke li hember vîna gel rêz nîşan bidin, jixwe şaredarî dîsa ya me ye. Ez ji xebatên qeyûm ne kêfxweş im. Teqez divê êdî qeyûm biçe. Em dixwazin vîna me birêve bibe. Bila ji biryara me re rêz bigirin. Teqez tu mafê wan ê mudaxelekirin û tehdîtê nîne.”
‘HEKE GEL QEYÛMAN DIECIBÎNE LÊ EV TIRS ÇI YE’
Welatî Alî Esen jî got: “Tayînkirina qeyûman ji destpêkê ve xespa vîna gel e. Ez xebatên qeyûman naecibînim. Çi kirin e ku ez xebata wan biecibînim. Hevşaredarê me ne mirov bûn qey? Serokomar her roj me tehdît dike. Dibêje ku wê qeyûm tayîn bike. Li gorî daxwaza xwe şaredar dibijêre. Heke yên hilbijêr ku qeyûman diecibînin, lê ev tehdît û qilqal çi ye?”
‘EM DIXWAZIN XWE BI XWE BIRÊVE BIBIN’
Welatiyê ji taxa Yunus Emre ya Rezanê Yaşar Gungor jî destnîşan kir ku ew ji xebatên qeyûman ne kêfxweş in û got: “Em dixwazin xwe bi xwe birêve bibin.”
‘EM Ê SERÎ NETEWÎNIN’
Xwendekara zanîngehê Zîlan Toprak jî anî ziman ku Serokomar dixwaze pergala xwe ya yek zilamiyê bixe meriyetê û got: “Vîna me xesp kirin. Lê em ê ji bo azadî û mafê xwe serî netewînin.”
‘GEL JI QEYÛMAN HEZ NAKE’
Yunus Pala jî da zanîn ku ew ê vîna wan hatiye xespkirin di hilbijartina herêmî de dîsa bijêrin û got: “Qeyûm di nav gel de qet nayê hezkirin. Çimkî gel qeyûman nebijartiye. Wê di hilbijartinan de her kes encama xespkirin vîna gel bibîne.”
MA / Esra Solîn Dal