ÊLIH – Keyayên 9 gundên navçeya Hezo ya Êlihê ji peywîrê hatin girtin û qeymeqamiyê mohr ji keyayan sitend.
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir li piştî keyayên gundan ji kar hatin dûrxisitin, niha jî qeymeqamî moren keyayan berhev dike. Hat zanîn ku li navçeya Hezo ya Êlihê keyayên 9 gundan ji peywîrê hatin girtin. Hat zanîn ku Qeymeqamiya Hezoyê bang li keyayan kiriye û piştî keya çûne qeymeqamiyê mohr ji wan hatine sitendin.
Navê gund û keyayên ji peywîrê hatin wiha ne: Keyayê Hiskutê Mahfuz Adin, keyayê Kaniyanavo Mehmet Aksoy, keyayê Baqînê M. Salih Çetînbaş, keyayê Zixûr Îsmetullah Akin, keyayê Xedîrê Zekî Bulut, keyayê Mangîk Çetîn Baz, keyayê Eynçirkê Sîraç Sayin, keyayê Beyikê Abdurrezak Erîklî û keyayê Timoq Yusuf Oztekîn.