Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta

img
ENQERE – Berdevkê HDP’ê Saruhan Oluç, Serokomar Erdogan ê li Moldova “xweseriyê” parast rexne kr û got: “Xwezî te xweseriyê li Tirkiyeyê jî biparasta.” 
 
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç, li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist û mijarên di rojevê de nirxand. Oluç bal kişand ser ziyareta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Moldovayê û got: “Erdogan di serdana xwe ya Moldova de têkildarî Herêma Tirk a Gagavuzê ya Xweser hin tiştên girîng got. Behsa grîngiya statûya xwseriyê kir û got ev yek bandorek erênî li ser têkiliyên Tirkiye û Moldova dike. Ev ne henekên kamerayê ne. Li ser vê herêmê dikare ewqas nirxandinên pozîtîf bike lê Erdogan li Tirkiyeyê berevajî vê mijara îdarî û zimanê dayikê helwest nîşan dide. Xwezî li nîqaşên Tirkiyeyê jî behsa xweseriyê bikira. Yên ku li Tirkiyeyê behsa moedela xweseriyê dikin, Erdogan wan dike ‘terorîst û xayîn.” 
 
‘XWESERÎ PRENSÎBA ME YE’ 
 
Oluç destnîşan kir ku Erdogan li Moldovayê xweseriyê diparêz e û li Tirkiyeyê jî wek “terorîzmê” bin av dike û ji ber hevserokên wan berê, parlamenterên wan, hevşaredarên wan û gelek kesên din daxwaza xweseriyê kirin hemû niha girtî ne. Oluç anî ziman ku xweserî helwesta HDP’ê ya prensîbî ye û ew ê di mijara xweseriyê de helwesta xwe ya prensîbî û polîtîk berdewam bikin. 
 
Oluç bal kişand ser xwerêvebirina demokratîk û got: “Mafê her netewekî heye li ser axa xwe birêve bibe. Heke armanca we ne cot standart be û hûn li pey gotinê xwe bin, derkevin pêşberî kesên li Tirkiyeyê vê mijarê nîqaş dike. Divê hûn derkevin hemberî wan kesan. Lê helwesta dê li Tirkiyeyê bê nîqaşkirin nîne. Ewil çikirin, çûn saziyên behsa xweseriyê dikir girtin. Tabelayên kurdî ji şaredariyan daxistin û navên kurdî yên li ser tabelayan qedexe kirin.” 
 
'ÇIMA ZIMANÊ DAYIKÊ SÛC E?'
 
Oluç di warê zimanê dayikê de ji Erdogan pirsî û got: “Serbestiya Gagavuzî xweşik e lê axaftina kurdî, ji bo azad bibe û perwerdehiya wê çima dibe sûc? Ji bo Gagavuz maf e lê ji bo kurdan ne maf e? Feraseta vê rewşê radixîne ber çavan. Em ê li dijî vê yekê têkoşîna xwe ya demorkatîk dewam bikin. MHP çi difikire û çi dibêje Erdogan û hikumeta xwe jî heman tiştan dikin û dibêjin.”
 
'XWEZÎ WE SOYLU Û SANCAK JÎ HÎBE BIKIRAN'
 
Oluç, da zanîn ku Erdogan di serdama xwe ya Gagavûz de bi du TOMA’yan re çû û wiha pê de çû: “Gumanbar dest ji gumanên xwe bernadin. Mînak dikarî bû findiqan bibe, çay bibe û xelatên dîrokî bibe. Lê birina TOMA’yan bi wateye. Li welatê xwe çawan nêz dibe, dixwaze li Moldova jî wisan nêz bibe. Xwesî we Ethem Sancak û Wezîrê Karê Hûndie Soylu yên TOMA çekirin jî hîbe bikiran.”
 
Oruç, bal kişand ser muxtarên ji kar hatin avêtin jî û wiha dom kir: “Ew şexsê li hemberî Emerîqa nikare xwe bigire (Suleyman Soylu) 259 muxtar ji kar avêtin. Ev bêhiqûqiye û mafê hilbijartinê bin pê dike. Tehemûla wan ji mirovên ku rozetên AKP’ê bi xwe ve nakin, koletiyê ji Qesrê re nakin, beşdarî dawetiyên Qesrê nabin, ji bo pêdiviyên mirovên herêmî dibin bersiv û bi awayekê demokratîk nêz dibin, tuneye. A rastîn naxwazin Kurd rêveberên xwe hilbijêrin. Nêzîkatî eve. Gel li herêmê xwe bi rêve dibe û xwedî vîna xwe derdikeve. Gel bi xwe rêveberiya xwe dihilbijêre. Dengê xwe didin û vîna xwe datînin holê. We ewil hevşaredarên wan ji kar avêtin, dûre we endamên meclîsên wan û niha jî hûn muxtarên wan ji kar davêjin.”
 
'JI NIHA DE HILBIJARTINA HERÊMÎ WINDA KIRIN'
 
Oruç, di dewama axaftina xwe de wiha got: “A rastî desthilatdariyê ji niha de hilbijartina herêmî winda kiriye. Wateya vê pir zelale. Ew bi xwe jî dibînin, hilbijartina herêmî winda kirine. Îcar niha difirin ku gelo çi bikin, dê karibin pêşiya vê yekê bigirin. Lê bila baş zanibin, emê bi awayekê xurt bixebitin. Sibe li Amedê civîneke me ya rêveberiyên herêmî heye. Hevserokên em û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk dê beşdarî civînê bibin. Dûr jî civîna me ya MYK’yê heye. Emê encamên civîna xwe ji raya giştî re ragihînin. Em bi biryarin. Emê ji berê zêdetir şarederiyan qezenc bikin.”
 
HEWLDANA REVANDINA XEBATKARÊ HDP’Ê 
 
Oluç, derbarê hewldana revandin xebatkarê Navenda Giştî yê HDP’ê Fahrî Yalçin a berî du rojan de jî, axivî û wiha bi dawî kir: “Hemû cureyên êrîşan ên li ser partiya me berdewam dikin. Êdî rewş gihaye asteke herî bêexlaqa. Mêze bikin, Fahrî Yalçin xebatkarê Navenda me ya Giştî ye. Du kesên xwe weke polîs nîşan didin, hewl didin hevalê me  Fahrî Yalçin ji rawestgeha otobusê birevînin. Ji ber hevalekê me yê xebatê di wir re derbas dibe, ev hewldana revandinê bêencam dimîne. Tu mafê kesekê tuneye ku wisan nêzî endam û xebatkarên partiya me bibin. Du sal berê jî 2 kesên xwe weke endamên MÎT’ê dan naskirin, xwestin hevalê me Fahrî Yalçin birevîn in. Me serlêdana sûc kir, lê tu encam derneket holê. Bila hemû kes baş zanibîn ku hewldanên revandin û sîxur kirinê dê tim bê encam bimîn in. Divê Wezareta Karê Hûndir û Wezareta Dadê demildest peywirên xwe bînin cih û gavên şênber bavêjin.”
 

Sernavên din

20/10/2018
09:15 Ji ber JES'an berdariya zeytûn û hejîran ji sedî 50 kêm bû
09:15 Colemêrgî dixwazin Leyla Guven li kuçe û kolanên bajêr be
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2018'AN
19/10/2018
19:00 Koç: Di salek dawî de çend eskeran întîhar kiriye?
18:10 Serlêdana wasiyê Ocalan a ji bo hevdîtinê hat redkirin
16:58 Gulser Yildirim a HDP'î nehat berdan
16:28 Dozger îtîrazî berdana kesên li Amedê hatin berdan kir
15:59 Kursiya Mafê Mirovan a Tahîr Elçî tê danîn
15:23 Li zeviya vala 6 saetan îşkence lê kirin
14:39 Oluç ji Erdogan re got: Xwezî te li Tirkiyeyê jî xweserî biparasta
14:26 Rapora ÎHD'ê: Girtî ji ber fikrên polîtik rastî binpêkirina mafan tên
13:58 Piştî Doza Nisêbînê polîsan parêzer û parlamenter Gunay tehdît kir
13:52 Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
13:35 Cezayê Mamoste Ayşe hat taloqkirin
13:33 Bi ziyareta gora Tahîr Elçî dest bi xebatên xwe kirin
13:21 Wasiyê Ocalan ji bo biçe Îmraliyê li dozgeriyê serlêdan kir
12:58 Rojnamegera pirs ji wezîr kir rastî gefa wezîr hat
12:16 HDP dê li Amedê dest bi xebatên hilbijartina herêmî bike
12:13 Di doza Nisêbînê de kes nehat berdan: Şahidekî di rojekê de 343 kes teşhîs kir!
12:12 Serokê SGP’ê Qeftan: Sûriye ne ya Baasê ye ya gelan e
11:50 Gergerlîoglu: Tê plankirin ku 255 girtîgehên nû çêkin
11:31 Ewil derp kirin dûre ceza kirin
11:20 Li Bêrecûkê keyayek hat girtin
10:46 Eywana Heskîfê jî bar kirin
10:40 100 rojin li cenazeyê kurê xwe digerin
10:25 Polîsan endama Meclîsa Dayika Aştiyê Medine Kaymaz binçav kirin
10:12 Qeyûmên Silopiyayê erdên aîdî şaredariyê bi erzanî difiroşin rêveberên AKP'î
09:54 ‘Mesrefên xizantiyê jinan naparêze’
09:21 Qeymeqam destûr da, lê dema bû qeyûm rûxand
09:20 Cotkar ji mecbûrî dê traktora xwe bifiroşe
09:19 ‘Dê bi dengê li derve binpêkirinên mafan ên li girtîgehan kêm bibin'
09:18 Esnafên Ataşehîrê: Hindik maye em top bavêjin
09:18 Waniyan bersiv da Erdogan: Em ê li ser sindoqan hev bibînin
09:17 Piştî arvan û nan biha bû, gel berê xwe dide aş
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2018'AN
18/10/2018
19:15 Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn
16:56 3 rêwiyên Avûstûralya li balafirgehê hatin binçavkirin
16:13 HDP'î Erbaş û Oba serbest berdan
16:12 ‘Hedef nîşandana KESK’ê nayê qebûl kirin’
15:56 Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye
15:40 13 kes li Îzmîrê hatin binçavkirin
14:56 Doza Nisêbînê di roja çaran de ye: Emniyet û daraz delîlan reş dikin
14:24 Serokên Şaxên Halkevlerî hatin berdan
14:13 Hekîmê Cezayê Asliyê rawestandina darizandina wekîlan red kir
14:02 Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin
13:55 ‘Edalet birehetî nayê qezenc kirin’
13:21 'Jinan mahkûmî tundî û hevneberdanê dikin'
12:41 Gur ket nav pez û 50 mî kuşt
12:29 Ji karkerên Balafirgehê 6 kes hatin berdan
12:25 Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin!
12:05 Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin
12:04 Parêzeran cara 756’emîn serî li Serdozgeriyê da
11:53 Aborînas Onder: Gel di nava Sernameydar û polîtîkavan de di pelçiqe
11:51 Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane
11:51 ‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’
11:42 Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr
11:10 Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe
10:51 Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin
10:34 Di şûna Leyla Guven de li Colemêrgê ne
10:09 Pêşnûmeya butçe pêşkêşî Meclîsê hat kirin
10:02 Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin
09:23 ‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse'
09:22 Nivîskarên nikarin pirtûkên xwe bibînin
09:21 707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e
09:20 Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar!
09:20 Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin
09:19 Keyayên ji peywirê hatin girtin: Wê gel di sindoqê de hesab bipirse
09:18 Colemêrgî: Gotina 'em ê qeyûm tayîn bikin' şantajeke siyasî ye
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2018'AN
07:46 Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir
17/10/2018
16:56 ÎHD: Penaber parçeyek jiyana wekhev a mirovahiyê ne
16:41 Li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê Gokhan dest bi greva birçîbûnê kir
16:30 15 muxtar li Lîcê ji peywirê hatin girtin
16:13 Jina rastî tundiyê hat ji kar hat avêtin
16:01 Karkerê li pêş CHP'ê çalakî pêk anî rastî êrîşa ‘Tu HDP’î ye' hat
15:48 Li Şirnexê kesek hat binçavkirin
15:27 Sibê dê mutala Doza Nisêbînê bê xwestin
15:00 Temellî dê beşdarî danişîna doza Bekîr Kaya bibe
14:59 'Rêveberiyên Halkevlerî berdin'
14:47 ‘Temaya kedê di wêjeya kurdî de tune ye’
14:33 Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan : Suvarîogullari berdin
14:25 Pênûs û lênûstê nadin rojnameger Akgul
14:22 Temellî: Em dê bi namzetên gel qeyûman paqij bikin
13:56 Îdianameya der barê rojnameger Kobulan de hat qebûlkirin
13:45 Li Qamişlo jinekê 5 zarok anîn dinê
12:46 Katî Pîri malbata Demirtaş ziyaret kir
12:17 Eskerê Rihayî li Enqereyê li nobetê kuştî hat dîtin
12:02 Aktîvîsta TJA Çerçel hat berdan
11:45 Mele û muftî peyvirdarê çi ne?
11:41 Muxtarek li Riha hat binçavkirin
11:29 Mamosteyê nehat tayînkirin întîhar kir
11:28 Danişîna kesên êrîşî cenazeyê Hatûn Tûglûk kirin sibe tê dîtin
11:14 Yîgît: Komên çekdar her kêlî dibe li Idbilê dest bi şer bikin
11:09 Temellî: Dosyeya Leyla Guven ezmûna rûmeta Meclîsê ye
10:18 Qeyûm pereyê şaredariyê li Rêyên Bejayî xerç dike
10:03 Hevî Mustefa: Têkoşina kurdan dê li Sûriye aramiyê pêş bixe
09:36 Prz. Dogan: Biryara der barê Brûnson de pêkenok e
09:15 Zêrê spî îsal rûyê mirovan keyfxweş nekir
09:14 Gelê Xelfetiyê: Roja qeyûm hat xizmet qediya
09:13 Rojnamevanên jin: Em ê karê xwe bidomîn in