AMED – Rêveberiya Baroya Amedê ya nû hat hilbijartin gora Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Sûrê hat kuştin ziyaret kir û bi vî awayî dest bi xebatên xwe kirin.
Rêveberiya Baroya Amedê ya nû hat hilbijartin dest bi xebatên xwe kir. Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û endamên lîjneya rêveberiyê gora Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûrê hat kuştin ya li Goristana Yenîkoyê ziyaret kirin. Gellek parêzer jî tev li ziyaretê bûn. Serokê Baroyê yê nû Cîhan Aydin di ziyaretê de axivî û bi bîr xist ku her çiqas nêzî 3 sal e bi ser kuştina Elçî de derbas dibe jî lê hêj di dosyeyê de tu pêşketîn nîne û ji bo mijarê bibin mekanîzmayên netewî û navnetewî dê bixebitin û çi ji destê wan bê wê bikin.
‘3 SAL E TU PÊŞKETÎN NÎNE’
Aydin diyar kir ku Elçî tevahiya jiyana xwe ji bo bêcezakirinê û têkoşîna dozên mafê mirovan feda kiriye û got: “Cînayetek bi vî awayî ya serokê me yê dilovan bi rastî jî êşek giran di nav me hiqûqnasan de bicih kir. Ji ber vê yekê em carek din dixwazin dubare bikin, em ê bibin şopdarê vê lêpirsînê. Di her şert û mercê de ji bo ev cînayet ronî bibe çi ji destê me bê em ê bikin.”
‘EM TU HINCETAN QEBÛL NAKIN’
Aydin anî ziman ku li gorî wan kiryarên kuştinê diyar in û wiha got: “Bûyer li ber dehan kamerayan pêk hat. Lê bes rayedar hesasiyeta girîng nîşanî ronîkirina bûyerê nadin. Em ji hewldana wan jî bawer nakin. Hincetên di vê mijarê de nîşan didin jî me serwext nakin. Em ê tu hincetan qebûl nekin. Ji bo mijara ronîkirina cînayê serî li her deverê bidin.”