REQA – Serokê Partiya Siberoja Sûriyeyê (SGP) Îbrahîm El-Qeftan got: “Bêyî em cudakariyê di navbera bawerî û gelan de bikin, em jiyana bi hev re esas digirin. Sûriye ne ya Baasê ye, Sûriye ya gelan e.”
Beriya niha bi salekê bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî azadkirina bajêr gelan bingeha “jiyana hevpar” avêt. Partiya Siberoja Sûriye (SGP) avahiya xwe navenda giştî vekir. Roja duşema çûyî li Stada El-Beldî şahiyek vekirina avahiya partiyê pêk hat û gelek nûnerên eşîrên ereb û pêşengên civak û erebên Dêra Zor, Tebqa, Minbic, Eyn Îsa û Girê Spî beşdar bûn. Van pêşengan ji bo çareseriya krîzê bernameyên xwe aşkere kirin. Di şahiyê de peyamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Meclîsa Sivîl a Reqayê jî hatin dayîn û hat xwestin ji bo çareseriya şerê navxweyî ya Sûriyeyê rêyên siyasî bên berfirehkirin.
RENGÊ GELAN
Serokê Giştî yê SGP’ê Îbrahîm El-Qeftan diyar kir ku wan navenda xwe giştî kiriye Reqa û ji hemû dinyayê re ragihandin ku Reqa ne aîdî DAIŞ’ê ye. Qeftan got Reqa tenê ji rengên gewr û reş pêk nayê û bi rêxistina ava kirin e re welatê wan hin bêtir rengîntir bûye.
‘REQA BAJAREK MOZAÎK E’
Qeftan anî ziman ku nûnertiya hemû gelan li bajêr heye û got: “Bajarek mozaîk e. Ereb, kurd, suryanî, ermenî û tirkmen li vir dijîn. Heta îro DAIŞ’ê bajêr wek cihê tarîtiyê dida nasîn. Îro em vê diyar dikin ku ev hişmendî ne rast e. Ji ber vê yekê em li vir kom bûn û me navenda xwe vekir. Tu kes hev red nake. Berevajî vê yekê jiyanek hevpar a bi hev re esas digirin.”
‘GEL DERIYÊ DILÊ XWE JI HSD’Ê RE VEKIR’
Qeftan da zanîn ku li Sûriyeyê çareseriya rasteqîn a Sûriyeyê bi hebûna hemû rengan re pêkan e û got: “Divê ji bo vê yekê pergalek bê avakirin. Şêniyên reqayê tu demê dev ji axa xwe bernedan. Gel deriyê dilê xwe ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên ku bajêr azad kirin re vekir. Ji ber wê me navenda xwe di salvegera rizgarkirina bajêr de vekir. Bingehek xûrt a partiya me heye. Ev jî ji bo ku gelê Reqayê ji partiya me bi bawer e û di avakirina wê de cih digire.”
‘SÛRIYE YA GELÊN SÛRIYEYÊ YE’
Qeftan destnîşan kir ku paytexta Sûriyeyê Şam e lê bes ew ne her tiştê Sûriyeyê û wiha got: “Ya esas ew e kul i tevahiya welat hemû alî xwe di nav rêxistinek de bibînin. Daxwaza me ya sereke ew e gelê ku ji Sûriyeyê koçber kiriye vegerin welatê xwe. Li ser vê axê cihê jiyankirina hevpar ji bo her kesî heye. Bêyî em di navbera bawerî û gelan de cudakariyekê bikin, em li vir ferasetek jiyana bi hev re li pêş dixin. Sûriye ne ya Baasê ye. Em nabêjin Sûriye dê bibe ya partiya me jî. Welat ya gelên Sûriyeyê ye. Di dema pêş de em ê vê yekê hin bêtir derxin zelaliyê.”
MA / Nazim Daştan